‘Di dema dawî de 258 girtî sirgûnî bajarên rojava kirin’
‘Di dema dawî de 258 girtî sirgûnî bajarên rojava kirin’
‘Di dema dawî de 258 girtî sirgûnî bajarên rojava kirin’
Baroya Amedê, têkildarî zext û zordariyên li ser girtiyan û sirgûnên dawî daxuyanî dan. Endama Komîsyona Girtîgehan Selvî Tûnç diyar kir ku, di demên dawî de 258 girtî hatin sirgûnkirin û girtiyên ji bajarên herêmê sirgûnî bajarê rojava dibin rastî îşkenceyê tên.
Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê, têkildarî zext û zordariyên li ser girtiyên siyasî û sirgûnên dawî raporek amade kir. Baroya Amedê rapor li salona avahiya Xizmeta Edlî bi raya giştî re parve kir. Di civîna rapora baroyê de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, Endama Komîsyona Girtîgehan Selvî Tunç û gelek parêzerên din amade bûn.
Destpêkê Serokê Baroyê Prz. Tahîr Elçî axivî. Elçî balkişand ser girtiyên ku sirgûnî girtîgehên din bûne û wiha got: " Bi taybetî girtiyên ku di girtîgehên Mûş û Wan'ê de dimînin pirsgirêkên herî mezin dijîn. Mafên girtiyan yê herê xwezayî tên binpêkirin. Derheqê vê bêhiqûqiyê de jî, ji me re gazin tên." Elçî li ser girtîgeha nû ya ku li Amedê çêdibe jî axivî û wiha domand: "Li Amedê girtîgehek nû çêdibe. Bi vê rewşê giredayî mehên dawî de girtinên ku zêde bûn bal dikişîne. Girtiyên ku sirgûn dibin bajarê din jî nikarin li hemberê dadger parastina xwe bike. Bikameraya deng û bi dîmen îfadeyên girtiyan digirin. Ev binpêkirina mafê girtiya ye. Divê girtî parastina xwe li hemberê dadger û bi parêzer bike."
258 GIRTÎ HATIN SIRGÛN KIRIN
Piştî axaftina Elçî, Endamê Komisyona Girtîgehan Selvî Tûnç rapora ku li ser binpêkirina mafê girtiyan hatiyê amade kirin xwend. Tûnç di raporê de diyar kir ku, di serdema dawî de 258 girtî sirgûnî bajarên Tirkiyeyê bûne û wiha berdewam kir: " Di rojên dawî de ji Sêrt, Wan,Mûş, Amed û Êlihê bi dehan kes sirgûnî bajarê din bûn. Bi taybetî girtiyên ku ji Çêwlikê firar kirin û hatin girtin, piştre ew sirgûn kirin û demê dawî de zext û zordarî li ser wan hat kirin. Li girtîgeha Mûşê jî li ser jinên girtî işkence û zordariyên wekhev pêktînin. Piranî girtiyên siyasî ji mafên xwe yên herî xwezayî tê mehrûmkirin û tecrîtkirin."
Tûnç anî ziman ku, girtî ji aliyê tenduristî, psîkolojîk û şert û mercên fîzîkî de pirsgirêkên mezin dikişînin û wiha bidawî kir: " Ev zext û îşkenceyên ku tên kirin temamî polîtîkayên dewletê ne. Divê ji vê ferasetê vegerin. Di girtîgehan de pêwistê rewşa leşker, gardiyan û personelên din bê guhertin û ev personel bên perwerdekirin. Yê ku tevlî sûca bûne jî divê benê lêpirsîn."