Di çalakiya nobedê ya li Kolnê de 3 jin

Di çalakiya nobedê ya li Kolnê de 3 jin

Fatma Demîr, Wesîle Nas û Mehîce Aksoy, 3 jinên di salên 1990'î de li hovîtiya dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê rast hatin û ji malbata xwe gelek kes winda kirin e. Ev her sê jin niha ji bo Şengal û Kobanê, li bajarê Kolnê nobedê digirin. 

Çalakiya nobedê ya Kurdan a li dijî çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Elmanya Kolnê tê lidarxistin, di roja 4. de ye. Di nava çalakiya li ber Dêra Domê de ku her şev bi dehan kes lê amade ne, sê jinên xwedî çîrokên cuda yên jiyanê hene. Trajediya ku îro bi serê jinên Kobanê û Şengalî tên, berî 20 salan bi serê wan de hatiye. Komkujî, zilm, şewitandina gundan û sirgûn bûye parçeyek ji jiyana wan. Her yek ji wan heta bên Ewropayê ji gelek rawestgehan derbas bûne. Ji ber Kurdbûyînê rastî gelek zextan hatine. Her yek ji wan 15 sal in li Elmanyayê dijîn û timî ji bo çalakî û protestoyan li kolanan e. Bawerin ku bi vê rê dikarin êş û azara gelê Kurd ji raya giştî ya Ewropa û cîhanê re ragihînin.

Fatma Demîr, Wesîle Nas û Mehîce Aksoy, bi armanca piştevaniya Kobanê di çalakiya nobedê ya îşev a li Kolnê de cih digirin. Dixwazin tiştên berî 20 salan bi serê wan de hatine, îro neyên serê jinê Kobanê.

DI NAVBERA CIZÎR Û KOLNÊ DE ÇÎROKEKE TRAJÎK

Wesîle Nas (40) ji Cizîra Botan e. Bi têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê re mîna gelek Kurdan ew jî bi awayekî malbatî rastî zextên dewletê hat. Destpêkê xezûr û tiyê wê dikeve girtîgehê. Di sala 1991'ê de dor li Cizîrê tê girtin û bombeya hêzên dewletê avêtin li barekî mazotê dikeve. Wesîle Nas a ji vê bûyerê bi zorê difilite, bi malbata xwe re li Edeneyê bicih dibe. Wesîle Nas çîroka xwe ji me re vedibêje: "Cizîr veguherîbû gola xwînê. Gule li kolanan, li malan direşandin. Wesayîta me şewitî. Gule li mala me hat reşandin, me xwe bi zorê rizgar kirin û em reviyan Edeneyê. Li wir jî dewlet ji me negeriya. Hevserê min girtin binçavan û bi şensê w serbest berdan. Me li nihêrî ku aramî li vir jî nîne, em reviyan Stenbolê. Demekê bi qaçaxî em li vir jiyan. Li wir jî dev ji me bernedan. Ji neçarî em ji wir hatin vir, hatin Kolnê."

Wesîle Nas 17 sal in li Elmanyayê li sirgûnê, dûrî axa xwe dijî. Çanda xwe ji bîr nekiriye, zarokên xwe bi çanda Kurdî mezin kiriye û ji bo êşên Kurdan ji raya giştî ya Ewropayê ragihîne, têdikoş e. Ji ber vê yekê, li hemberî êrîşên li dijî Kobanê tên kirin, tevlî çalakiya nobedê ya li bajarê Kolnê bû. Ji bo Kobanê nebe Şengaleke din banga "rabin ser piyan" li Kurdan dike.

'YA KU BERÎ 22 SALAN BI SERÊ ME DE HAT BILA NEYÊ SERÊ JINÊN KOBANÊ'

Fatma Demîr (53) ji navçeya Amed Liceyê ye. Mîna her Liceyiyan ew jî rastî rûyê sar ê dewletê hatiye. Dibe ku ya herî kûr ya wê ye. Li ser rûyê wê hînê şopên êş û komkujiyê hene. Dema behsa çîroka xwe dike mirov vediniçiqe. Ji malbata wê gelek kes ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin. Niha zarokekî wê jî li çiyayên Kurdistanê ye. Kanûna sala 1991'ê ji bo wê demeke ku qet nayê ji bîrkirine. Leşker û cerdevanan avêtin ser gundê wê. Gule li malan reşandin û tevahiya gund şewitandin. Keça wê Dîlan a 1,5 salî û xwarzêya wê Dîlek wext nedîtine ji malê derkevin û li mala hat şewitandin jiyana xwe ji dest didin. Her wiha xizmên wê jî di nav de 5 kes wê rojê di encama gulereşandina leşkeran de jiyana xwe ji dest didin.

Fatma Demîr dibêje, "Ew roj gelekî baş tê bîra min. Gund bi temamî şewitandin, mala me jî bombe kirin û dûre şewitandin. 3 bombe avêtin nava mala me. Zarok û xezûrê min ê extiyar hebûn. Me bi zorê xwe rizgar kirin. Bêyî rahêjin tiştekî me bar kirin navenda Amedê. Ji wir jî em çûn Bûrsayê. Niha rewş baş e, dema tiştek dibe heyet diçin, gel radibe ser piyan, parlamenter eleqedar dibin. Lê wê demê ne wiha bû. Bi awayekî kêfî em dihatin kuştin, gundên me dihatin şewitandin, kesî nikaribî dengê xwe derxîne. Em di demeke bi vî rengî de jiyan."

Çîroka Fatma Demîr ev tenê nîne, li Bûrsayê jî ji xezeba dewletê nafilite. Kurê wê Tûfan hînê di 15 saliya xwe de, bi hestê tolhildanê tevlî refên têkoşîna azadiyê ya Kurd dibe. Dewlet ji wan nagere, timî zextê li wan dike, wan aciz dike. Malbata Demîr ji vir jî tê Elmanyayê. Demîr a li konê nobedê yê Kolnê di çalakiyê de ye, bang li her kesî dike ku xwedî li Kobanê derkevin. Demîr dibêje, "Tişta berî 22 salan hat serê me, bila neyê serê Kobanê. Hat serê me, bila neyê serê jinên Kobanê. Me dest ji mala xwe, zarokên xwe berdan û di vê sermayê de em li vir disekinin. Armanca me ji bo vê ye. Divê gelê me li her cihî di nava çalakiyan de be."

'BILA HER KES DAKEVE KOLANAN'

Mehîce Aksoy jî ji navçeya Mêrdîn Mîdyadê ye. Dema hînê jineke ciwan bû hevserê wê M. Beşîr Aksoy tevlî refên têkoşîna azadiyê dibe û jiyana xwe ji dest dide. Bi salan rastî zexta dewletê hat. Îşkence, binçavkirin û zext bû parçeyek ji jiyana wê. Wê jî mîna yên din, derketina derve weke çare dît. Û li Elmanyayê bicih bû. Mehîce Aksoy a bi salan e li vir dijî yek ji beşdarên çalakiya nobedê ye. Ji bo Kobanê vê bangê li Kurdan dike: "Bila her kes dakeve kolanan. Îro roja namûsê ye. Li Kobanê mirov ranazên, naxwin, venaxwin, li ber xwe didin. Em yên li Ewropayê rehet in. Ti xeteriyek li hemberî me nîne. Qet nebe em dakevin kolanan û dengê wir bidin bihîstin."