Di bombebarana gundê Ziyaretê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da

Di bombebarana gundê Ziyaretê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da

Balefirên rejima Sûriyeyê gundê Ziyaretê yê girêdayî Şêrawa ya Efrînê bombebaran kir û di encama bombebaranên dom kir de, 4 welatiyan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Hêzên rejîma Sûriyeyê û alîgirên wê, îro dîsa ji bajarokên Nibil û Zehra û ji balefirgeha leşkerî Minixê  bi topan êrîşî gundê Ziyaret ê girêdayî Şêrawa kirin. Her wiha balefirên şer jî gund bombebaran kirin. Di encama êrîşên ku saet di 11.00’an de destpêkirin de, 4 welatiyên bi navê  Ebdo Mistefa Kuse (62), mehemed Şeban Oso (22) û Enwer Yusif (33) û Hesen Ehmed Îsa (57) jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşan de gelek welatî jî birîndar bûn.

Welatiyên birîndar rakirin nexweşxenayên gerok ên ji bo rewşên lezgîntir hatine avakirin û nexweşxaneya Avrîn a Efrînê. Hate ragihandin ku, topbarana li hemberî gund didome, û balefirên şer jî li ser gund digerin.

Li aliyê din çavkaniyên herêmê ragihadin ku, balefirên şer bajaroka Dêr Cemal a girêdayî Ezazê jî bombebaran kiriye.

Hêzên rejîmê 2 roj beriya niha jî, ji bajarokên Nibil û Zehra gundên Ziyaret û Gundê Mezin topbaran kiribûn û di encamê de zarokekî 9 salî jiyana xwe ji dest dabû, 9 kes jî birîndar bibûn.