Di binçavan de zexta ‘maçîkirina alê’
Di binçavan de zexta ‘maçîkirina alê’
Di binçavan de zexta ‘maçîkirina alê’
55 kesên di êrîşa duh a li hemberî gelê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ li sînor nobeta berxwedanê digirin hatin binçavkirin, serbest hatin berdan. Hat diyarkirin polîsan li kesên binçav kirine ji bo alê maç bikin zext li wan kirine.
Kesên di êrîşên duh ên li ser gundên Qop, Etmanîk, Dewşen û Bedhê ku li navçeya Pirsûs a Riha li tevayî sînorê Kobanê nobetê digirin hatin binçavkirin, hemû hatin berdan. Ji 55 kesên birin Midûriyeta Emniyeta Polîsan a Pirsûsê 31 kes piştî îfadeyên wan hatin girtin serbest berdan, 24 jî derxistin dozgeriyê. 24 kesên li dozgeriyê îfade dan şûnde hatin berdan. Hat diyarkirin polîsan li kesên binçavan de zexta maçîkirina ala Tirk kirine. Her wiha hat diyarkirin polîsan li kesên dibin çavan de zexta hatina rex hev û bi bedena xwe stêrk û heyv çêbikin kirine.