Di bin baranê de nobeda berxwedanê

Di bin baranê de nobeda berxwedanê

Li gel şerê di navbera şervanên YPG û çeteyên DAIŞ'ê de, çalakgerên nobedê yên li ser sînor tevî barana dijwar çeperên xwe neterikandin.

Li Kobanê, şer duh bi şev saet di 23:00 de destpê kir heta ber destê sibê saet 04:00 dewam kir. Çalakgerên nobedê yên li ser sînor jî, li gel barîna baranê çeperên xwe neterikandin, kêlî bi kêlî ji şer re şahidî kirin.

Welatiyan bi dirûşmên "Bijî Berxwedana YPG'ê" piştgirî dan şervanên YPG'ê yên derb li çeteyên DAIŞ'ê dixistin. Çeteyên DAIŞ'ê jî gule li aliyê gel reşandin û topên hawanê avêtin. Gundiyên li ser sînorê Mersimêle bûn, duh bi şev rastî guleyên çeteyan hatin.

Li gundên Siwêdê û Boydê yê li rojhilatê Pirsûsê, gundên Elîzêr û Dewşen ên li rojhilatê navçeyê, gel berxwedana xwe ya nobedê li gel baranê jî dewam kir.

Mîna her êvarê, hin ji nobedarên li ser sînor bi motorsîkletan li dewriyê geriyan û kontrola li ser sînor dewam kirin.

Parlamenterên HDP'ê Îbrahîm Ayhan û Aysel Tûglûk jî bi çalakgerên nobedê re heta ber destê sibê li ser sînor man. Di dema nobeda berxwedanê de agir hat dadan, girseya gel li dora agir govend gerand.