Di anketa tacîzê ya Parîsê de şok

Li gor lêkolîneke raya giştî ya li paytexta Fransa Parîsê pêk hat, di tevayî wesayîtên veguhestinê yên bajêr de jin herî kêm carekê hatine tacîzkirin.

Li gor lêkolîneke raya giştî ya li paytexta Fransa Parîsê pêk hat, di tevayî wesayîtên veguhestinê yên bajêr de jin herî kêm carekê hatine tacîzkirin.

Li Parîsa ku pirsgirêka ewlekariyê di asta herî jor de ye, di mijara şidet û tacîzan de yek ji bajarên herî bi tehlûke ye. Tevayî 600 jinên ku tevlî lêkolîneke herî dawî ya raya giştî bûn gotin ku di wesayîtên veguhestinê yên komî de rastî tacîzê hatine.

Li gor encamên di sîteya web a bi navê The Local de hat weşandin, jinên tevlî lêkolînê bûn diyar kirin ku dema rastî tacîzê hatine temenê wan di bin 18 salî de bû. Li hember vê jin di mijara ku şîdeta cinsî ya zilaman ragihînin polîsan de ditirsin.

Li gor lêkolînê ji ber tacîz bi hêsanî nayê tespîtkirin, jin serî li polîsan nadin. Jineke 26 salî ya ji The Local re axivî got ku Parîs bajarekî xerab e, ji ber zêdebûna jin û mêran tevî ku ne pêwîst e jî trên an jî metroyan diguhere.