Di 48 saetan de bîlançoya wek komkujiyê: 8 mirî, 19 birîndar

Di 48 saetan de bîlançoya wek komkujiyê: 8 mirî, 19 birîndar

Çeteyên DAIŞ ên li hember şervanên YPG/YPJ’ê di rojên dawî de darbeyên giran dixwin, êrîşên xwe yên li hember sivîlan zêde kirin. Bi taybet du rojên dawî ne, di êrîşên bi hewanan 3 jê zarok 8 kesan jiyana xwe ji dest da, 19 kes jî birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ’ê îro li pey hevdu herêmên sivîlan bi hewanan bombardûman kir. Êrîşa yekemîn saet 14.00’an li navenda bajarê Kobanê pêk hat.  Di êrîşa hewanê de zaroka 8 salî Ezîze Kuno  jiyana xwe ji dest da 6 kes jî birîndar bûn.

Dayika Ezîze Kuno têkildarî bûyerê got, “DAIŞ heywan e, çi ji me xwestin. Çekên me nînbûn.” Dayika Ezîze diyar kir ku wê ji Kobanê neçin û keça xwe li Kobanê veşêre.

ÊRÎŞA DUYEMÎN LI XETA TILŞEÎR

Duyemîn êrîşa li hember sivîlan li rojavayê Kobanê li xeta gundê Tilşeîr pêk hat.

Çeteyên DAIŞ’ê bi topên hewanê êrîşî ser xeta sînor a Tilşehîrê ku Kader Ortakaya ji aliyê leşkerên Tirk ve lê hatibû qetilkirin, kirin. Di encama êrîşê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji şervanên YPG/YPJ’ê darbeyên giran dixwin, bi topên hewanan êrîşî sivîlan kirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, saet di 16.00'an li ser xeta sînor a di navbera Kobanê û Pirsûsê de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve bi hewanan hate topbarankirin.

Çeteyên DAIŞ’ê li ser hev sê topên hewanê avêtin cihê ku wesayît û sivîl lê bûn. Di encama êrîşê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 6 kes birîndar bûn. Hate zanîn ku Rêzanê 17 salî û Ubeyt Mihemed di encama êrîşê de jiyana ji xwe dest dan. Birîndar ji bo bibin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li ser sînor tên rawestandin. Balkêş bû ku beriya êrîşê leşkerên Tirk xeta sînor vala kirin.

DU ROJ IN ÊRÎŞ ZÊDE BÛN

Ev ne yekemîn êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember sivîlan e. Du roj in êrîşên çeteyan zêde bûne. Hemû êrîş bi zanebûn hatin kirin. Çeteyên DAIŞ’ê duh bi şev Bekre Xoran (66) ê rêya mala xwe winda kir, bi çeka sûîqestê qetil kirin. Dîsa pêr di êrîşa hewanan de Dîlber Îbrahîm a 7 salî, Egîd Nebo ê bavê zarokekê û Nebo Elî yê bavê 4 zarokan jiyana xwe ji dest dabûn. Di heman êrîşê de Îbrahîm Îbrahîm, Agirî Îbrahîm û Mahmud Ebas jî birîndar bibûn.