Di 25'ê Mijdarê de jinek li Amedê hat qetilkirin

Di 25'ê Mijdarê de jinek li Amedê hat qetilkirin

Li navçeya Amedê Yenişehirê Mehmed Emîn Ç. yê 18 salî hevjîna xwe Songul Malkoç (18) qetilkir.

 Li gorî agahiyên bi dest ketine, di seatên duh şev de li navaçeya Yenşehirê, taxa Feritkoskê bûyer pêkhatiye. Mehemed Emîn Ç.’ yê 18 salî hevjîna xwe ya di heman temenî de Songul Malkoç piştî nîqaş di navbera wan de çêbûye xenîqandiye.

 Dema ku saetên sibehê xuşka Mehemed Emîn Ç. dengê zaroka wan ya 5 mehî dibihîse diçe derê odeya wan vedike restî cenazeyê Songul Malkoçê tê.

Piştî polîs hatin agadar kirin, Şaxê Asayîşê yê girêdayî Emniyet Mudiryeta Amedê û Buroya  Cinayetan hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin, piştî demekê gunehbar girtin. Hat ragihandin ku piştî  Mehemed Emîn Ç. li emniyetê ifade daye, şandine dadgehê.