Destpêkê îşkence paşê tedawî

Destpêkê îşkence paşê tedawî

ÎHD’ê Şaxa Mêrdînê têkildarî zarokên girtî yên di Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Mêrdînê de raporek amade kir. Di raporê de tê gotin ku zarokên bi gardiyanan re nîqaş dikin tên derbkirin, zarokên birîndar li şûna bişînin doktor, gardiyanan birînên wan paqij kirine.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)’ê Şaxa Mêrdinê piştî lêkolînên xwe yên li Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E, raporek amade kir. Di raporê de hat gotin ku bi sedema di 6-8’ê Cotmehê de tevlî çalakiyên ji bo Kobanê bûne li Mêrdînê û navçeyên wê mirov hatine binçavkirin û girtin, piraniya wan jî zarok in.

Di raporê de hat diyarkirin ku girtina mirovan dijberî  Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ye.

Di rapora ku ji aliyê Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê ve hatiye amadekirin, tê gotin ku li Girtîgeha Sergirtî Tîpa E ya Mêrdînê de 22 zarokên temenê wan di navbera 15 û 17’an de bi sedema “endamên rêxistinê” ne , 2 zarok jî ji sûcên edlî girtî ne, 2 zarok bi nexweşiya gircikan e, zarokek ji dilê xwe nexweş e û yek jî ji lingê xwe birîndar e.

Hat ragihandin ku zarokên girtî di hevdîtina bi heyeta ÎHD’ê re ev gilî û gazincên xwe anîne ziman:

1- Di rewîrê de tengasiyan dijîn, piştî 10 rojan bersivan digirin,

2- Di rewîrê de roja Duşemê doktor zêde bi wan re eleqedar nabe,

3- Doktor tenê seresere wan muayane dike,

4-Di mijara xwarinê de di hefteyê de 4 rojan heman xwarinê didin wan,

5- Gardiyan dema tên hejmarê pirsgirêkan ji wan re derdixin (bi taybet dema midûr tê wan radikin ser piyan)

6- Paqijiya girtîgehê bi qasî têr dike nayê kirin,

7- Ji roja ku hatine binçavkirin heta îro di kontrola tenduristiyê de nehatine derbaskirin,

8- Bi gardiyanan re nîqaş kirine, di encama wê de li wan dane, zarokên birîndar li şûna bibin doktor gardiyanan cihên wan ên bi birîn paqij kirine,

9- Berî niha bi 2 mehan gardiyanan û rêveberiya girtîgehê hincet derxistine û zext li wan kirine,

10- Tevî ku dirûşm jî negotine, der barê wan de zabitname hatiye girtin û cezayên disîplînê li wan birîne.

Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê di beşa encam a raporê de jî diyar kir ku girtina zarokan pirsgirêkên civakî çareser nake, berevajî mezin dike û ev xisûs hat destnîşankirin: "Divê demldest biryara girtina zarokan bê rakirin. Li gor Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) divê azadiya zarokan radestî wan bikin.”