Desteya Bilind: Em ê ewlekariya ezmûnan biparêzin
Desteya Bilind: Em ê ewlekariya ezmûnan biparêzin
Desteya Bilind: Em ê ewlekariya ezmûnan biparêzin
Desteya Bilind a Kurd bi daxuyaniyekê biryarên Wezareta Perwerdê ya Sûriyeyê ya veguhestina ezmûnên xwendekarên herêmên girêdayî Helebê li navenda bajêr şermezar kir û bang li saziyên ciwan û perwerdeyê yên navnetewî kir ku helwesta xwe nîşan bide. Desteya Bilind diyar kir ku ew biryarê qebûl nakin û dikarin ewlkariya ezmûnan biparêzin.
Di daxuyaniya Desteya Bilind a Kurd ku li ser malpera xwe ya fermî hate weşandin de, diyar kir ku krîza li Sûriyeyê kete sala xwe ya 3’yemîn, kuştin, wêranî, girtin û revandina mirovan zêde bûye. Her wiha metirsîna ku welat ber bi şerekî navxweyî here pir li pêş e. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hemû cîhan dizane ku gelê Sûriyeyê ji ber tundiya li welat zêdebûna kuştin û koçberiya li welêt bûye sedema perwerde li gelek herêmên welat werin rawestandin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku niha jî bi biryara wezareta perwedeyê ya Sûriyeyê rewş xerabtir bûye, hêvî û keda ku dane hatiye şikandin. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku biryara wezareta perwerdeyê ya Sûriyeyê beşekî nû ye ji êrîşên li ser hêvî û xwestekên ciwanan û xwendina wan, ev biryar wê bandore neyînî li ciwanên Sûriyeyê û bi taybet ciwanên Rojavayê Kurdistanê bike. Desteya Bilind di daxuyaniya xwe de bang li berpirsyarên wezareta Sûriyeyê kir ku ji biryarên xwe yên şaş paş ve vekişe û pêşeroja xwendekaran binpê neke.
Di berdewama dawuyaniyê de Desteya Bilind biryara wezareta perwerdeyê ya Sûriyeyê redkir û wiha dom kir: "Em wek Desteya Bilind ji ber biryarên Wezareta Perwedê ya Sûriyeyê matmayî man. Em van biryarên bê berpirsyarî red dikin û em qebûl nakin. Ne hesebandina wan ji biryar standinê û şîrovekirina wan a kûr ji demê re ne hesibandina bermahiya bandora biryara wan li ser ciwanên Sûriyeyê bi giştî û xwendekarên kurd bi taybet. Em bang li berpirsyarên biryarê dikin ku ji biryara xwe vegerin û pêşeroja xwendekaran biparzênin."
Desteya Bilind di daxuyaniya xwe de bang li komîte, sazî û kesayetên navnetwî û herêmî yên bi fêrbûn û perwedeyê re eleqedar dibin û bi taybet rêxistina perwerdeyê ya Netewên Yekbûyî (NY) Yûnisêv kir ku bi erka xwe rabin û lîstik û biryara ku bandora neyînî li xwendekarên herêma kurdî bike. Desteya Bilind di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew dikarin ewlekariya xwe li herêmên kurd bikin û ezmûnên kurd biparêzin û nehêlin bandora veguhestina ezmûnan li navenda Bajarê Helebê ku bûye meydaneke şer û pevçûnên dijwar ku ewlekariya xwendekaran tê de di xetereyê de ye."
Di dawiya daxuyaniyê de hate gortin: "Xwendekar û ciwanên me pêşeroja welatên me ne. Ji bo parastina keda wan ku heta niha hatiye dayîn, em ê bi hev re kar bikin ku ezmûnên xwe di rewşeke bi ewle de bikin û em ê ji bo dawî anîna li biryara ku pêşeroja ciwanên me binpê dikin kar bikin."