Desteya Bilind a Kurd beşdarî civîna Cenevreyê dibe

Desteya Bilind a Kurd beşdarî civîna Cenevreyê dibe

27 Gulanê, bi beşdariya endamên Desteya Bilind a Kurd (DBK) û endamên Komîta Têkiliyan ya DBK'ê, nûnerên Pariya Demokrat a Kurd ya Pêşverû li Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokrat li Kurdên Sûriyê û Partiya Yekîtî, civîneke berfereh li ser geşadanên dawî yên li Rojavaya Kurdistanê  lidar xistin. Di civînê biryar hate girtin ku DBK beşarî civîna Cenevê bibe.

Partiyên di nava DBK’de cihê xwe digrin buyer û pêşketinên dawî yê Rojavaya Kurdistan di civînek de nirxandin. Di civînê de ji Desteya Bilind a Kurd, Aldar Xelîl, Sînem Mihemed, Îsa Heso. Ebdilselam Ehmed û Xedîca Ibrahîm, ji partiyan jî, Birahîm Biro endamê Buroya Siyasî ya Partiya Yekîtî Mistefa Meşayix cîgirê sekreterê Partiya Yekîtiya Demokratî a Kurd li Sûryê û Doktor Ehmed nûnerê Pariya Demokrata Kurd ya Pêşverû li Sûriyê tevlî civînê bû. Di encama civînê de hate diyar kirin ku  geşedayînê dawî li Rojavayê Kurdistanê, çewatiya çalakirina komîteyên Desteya Bilind û gelek mijarên giring di civînê de hatine gotûbêjkirin.

Endamê Komîta Têkiliyên Diplomasî ya DBK' Îsa Heso di derbarê civînê de ji ANHA re axivî, Heso diyar kir ku mijara diwarê siyasî yekîtiya Kurdan jî di nav de, gelek mijarên girîng di civînê de hatine gotûbêjkirin, bi taybet piştî êrîşên dawî li ser gelên Rojavayê Kurdistanê.

Heso da diyar kirin ku di civînê de mijara girtina deriyê Sînor yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de jî hatiye nirxandin, hemû partiyên beşdarî civînê nerazîbûa xwe ji biryarê anîne ziman.

Di derbarê tevlîbûna Kurdan ya Kongrê Cinêv ê de Heso got:"wek  Kurdên Rojavayê Kurdistanê em ê bi herdû meclisên xwe di bin banê Desteya Bilind a Kurd de beşdarî civînê bibin".

Mistefa Meşayix cîgirê sekreterê Partiya Yekîtiya Demoqrtî a Kurd li Sûryê, diyar kir ku civîn bi awayekî erênî derbas bû û gelek mijarên giring hatin nirxandin.

Di civînê de êrîşên komên çekdar ser herêmên Kurdan hatin şermezar kirin, herwiha hat destnîşan kirin ku nabe tu hêza çekdar ji derveyî Komîtaya Ewlehî ya Pispor,  li Rojavayê Kurdistanê were avakirin.

Her wiha di civînê de hate xwestin ku êrîşên çapemeniyên yên partiyên Kurdî li dijî hev werin rawestandinn.