Derziya li dijî şewba Ebola encameke erênî derxist holê

Li gorî bîlançoya dawî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), hejmara mirovên bi vîrûsa Ebola ketine derketiye 26 hezar 79 kesî.

Li gorî bîlançoya dawî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), hejmara mirovên bi vîrûsa Ebola ketine derketiye 26 hezar 79 kesî. Ji van 10 hezar 823 kes mirin.

Di nava hefteyekê de 33 kes bi vîrûsê ketin. Ji van 21 li Gîne, 12 li Sîerra Leone xwe dan der. Kêmbûna belavbûna nexweşiyê, weke rewşeke erênî û cihê kêfxweşiyê tê dîtin.

Di Bîlançoya WHO de hişyarî hat dayîn ku ji bo şewba Ebola bi temamî ji holê were rakirin, divê civaka navneteweyî hewldanên xwe zêde bike.

Li aliyê din tê gotin ku ceribandina derziya TKM-Ebola a ji bo tedawiya nexweşiya Ebola hat çêkirin, encamên erênî derxistiye holê. Li gorî nûçeyan di kovara Natûre de hat weşandin, hat ragihandin ku di ceribandinên li ser meymûnan de encamên bi bandor derxistiye holê.

Dermanê bi navê TKM-Ebola yê ji aliyê şîrketeke Kanadayî ve hat çêkirin, tê gotin ku pêşî belavbûna genên vîrûsa Ebola bicih dike, digire.