Dersînorkirina penaberan a ji ber lihevkirina YE-Tirkiyeyê destpê dike

Ji ber peymana li ser penaberan a navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Tirkiyeyê, dersînorkirina penaberan destpê dike. Saziyên mafên mirovan û Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) li dijı vê lihevkirinê ne.

Ji ber peymana li ser penaberan a navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Tirkiyeyê, dersînorkirina penaberan destpê dike. Saziyên mafên mirovan û Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) li dijı vê lihevkirinê ne.

Elmanya amadekariyê dike ku koma destpêkê ya ji penaberên ji Tirkiyeyê hatine, roja Duşemê di ser Yewnanîstanê re bişîne Tirkiyeyê. Li kampa ev penaberên bên dersînorkirin lê dimînin, rewş aloz û tirsnak e. Parlamenta Yewnanîstanê jî, qanûna ku kirasê qanûnî li van dersînorkirinan dike, qebûl kir.

Li giravên Yewnan jî penaberên wê bên dersînorkirin, di nava aloziyê de ne. Li navenda komkirinê ya li girava Chîosê 1.500 penaber tê ragirtin. Hat ragihandin ku li vê derê ji şeva bihurî û vir ve di navbera penabern de şer heye. Di dema vî şerê a ji ber tirsa ji dersînorkirinê rû da de, hin konên saziyên alîkariyê zerar dîtin.

Saziya Doktorên Cîhanê ya di dema bûyeran de konê wan zerar dît ragihand, ew xwe ji navenda li giravê vedikişînin. Di dema van bûyeran de hin penaber bi kêran birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, hejmara penaberên wê ji roja Duşemê û pê ve ber bi Tirkiyeyê ve werin dersînorkirin, 500 kes be. Hat ragihandin, ev penaber welatiyên Sûriye, Pakîstan û Afganîstanê ne.