Dêra Varagavank (Yedî Kîlîse) mîna xirbeyekê ye
Dêra Varagavank (Yedî Kîlîse) mîna xirbeyekê ye
Dêra Varagavank (Yedî Kîlîse) mîna xirbeyekê ye
Dêra Ermeniyan a li Gundê Yukari Bakraçli yê li qûntarên çiyayê Erek ê pişta xwe daye Wanê mîna xirbeyekê xuya dike. Banê dêrê ji bêxemiyê ku hilweşiya, bi taybet di erdheja sala 2011’an de qubên li pêşiya dêrê hilweşiyan. Rewşa dêra ku dêra ku bi mîmariya xwe dişibe Dêra Axtamar dilê mirovan diêşîne.
Dêra Varavank (Yedî Kîlîse) di navbera sedsalên 8’emîn û 11’emîn de hatiye avakirin. Di roja me de her çi qasî hilweşiya be jî aliyê wê yê li ser lingan maye ji aliyê Qralê Aspurakan Senekerîm-Hovhannes di salên 1003-1021’ê de hatiye avakirin. Dêr niha di rewşeke xerab de ye. Ligel wê mizgefta gund a du qatî bilind dibe. Her sal bi qasî 10 hezar turistên biyanî û yên hemwelatî ziyaret dikin.
Dêra li gundê Yukari Bakraçli yê girêdayî navenda Wanê ji 7 avahiyên cuda yên dêran pêk hatiye. Avahiya herî kevin a dêrê, Dêra St. Sophia ye. Di sedsala 8’emîn de hatiye avakirin û tenê apsîs (qawîs)a wê maye. Ya duyemîn jî bi dîwarê wê yê bakur ve ku hatiye avakirin Dêra St. John e. Bingeha avahiyên koma duyem jî di navbera salên 1003-1021’ê yê de ku hatiye avakirin Dêra Dayik Meryem e. Avahiya çarqorzî ya ji derve de ji rojhilat ber bi rojava ye, ji hundir ve weke nefela çarmend hatiye avakirin. Quba dêrê hilweşiyaye. Hûndirê wê ji çar aliyan ve hatiye vekirin.
JI BO RESTORASYONA DÊRÊ HEWLDAN ÇÊNEBÛN
Di roja me de li şûna vê avahiya muazzam êdî xirbeyek heye. Banê dêrê yê ji bêeleqetiyê bêxwedî hatiye hiştin ji çivîkan re bûye hêlîn û hundirê dêrê mîna deryaya heriyê ye. Ji bo dêra ku di erdheja 2011’an de qubên wê jî hilweşiyan heta niha tu xebateke restorasyonê çênebûye.
GUNDÎ RESTORASYONÊ DIXWAZIN
Li rojhilatê dêrê gundeki bi navê Yukarı Bakraçli heye ku xwedî 60 mal û 500 kes têde dijîn. Li cem dêrê jî mizgefteke du qat a di sala 2007’an de hatiye çêkirin heye. Şêniyên gund dixwazin dêr ji nû ve were çêkirin û wiha dibêjin: “Rewşa dêrê me xemgîn dike. Ya em ji rayedaran dixwazin ev e ku dêr were restorasyonkirin û careke din bigihîje îhtîşama xwe ya berê.”