Der barê hevşaredartiya Sêrtê de biryara rawestandinê
Der barê hevşaredartiya Sêrtê de biryara rawestandinê
Der barê hevşaredartiya Sêrtê de biryara rawestandinê
Dadgeha Îdareyê ya Êlihê der barê Hevserokatiya Şaredariya Sêrtê de biryara rawestandina rêvebirinê da.
Piştî biryara dadgehên Wan û Amedê, der barê sîstema Hevserokatiyê ya Şaredariya Sêrtê de dadgehê biryara rawestandina rêvebirinê da. Serlêdana Walîtiya Sêrtê ya bi îdîaya “bêqanûnî ye û li dijî mewzuatê ye û ne li gorî sûda cemaweriyê ye” ji aliyê Dadgeha Îdarî ya Êlihê biryar hat girtin.
Dadgehê bi sedema “Karên îdarî yên ji aliyê şaredariyê ve tê kirin ji ber ku wê di warê hiqûqî nederbasdar be û kar derengî bimîne ev rewş wê ji bo welatî û cemaweriyê ne bi feyde be, wê ji bo şaredariyê zerar be rawestandina rêvebirinê tê xwestin.”
Midûriyeta Karên Hiqûqê ya Şaredariya Sêrtê jî der barê biryarê de li Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Amedê îtiraz kir.