Denîz û Ablay li ser gora xwe hatin bibîr anîn
Denîz û Ablay li ser gora xwe hatin bibîr anîn
Denîz û Ablay li ser gora xwe hatin bibîr anîn
Endamên Meclisa DTP'ê Cîhan Denîz û Husnu Ablay, ku di 23'ê Hezîrana 2008'an de di qezayê de jiyana xwe ji dest dan li ser gora xwe hat bibîranîn. Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan di bîranînê de got, dema navê Hevalên Cihan û Heval Husnu tê gotin biryar û têkoşîn tê hişê mirov.
Siyasetmedarên Kurd ên ciwan û Endamên Meclisa DTP'ê Cîhan Denîz û Husnu Ablay, ku di 23'ê Hezîrana 2008'an de ji Amedê diçûn Enqereyê û di qezayê de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bi girseyi hatin bibîranîn. Di bernameya bibîranînê de xizmên Ablay û Denîz Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Parlamentera BDP'e ya Êlihê Ayla Akat Ata, Endam û rêveberên BDP'ê nûneren MEYADER'ê û gelek welatî amade bûn.
Bîranînê ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de bi rêzgirtinê destpê kir. Di bernameyê de Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, li ser gorên Denîz û Ablay axaftinek kir û diyar kir ku, Hevalên Cihan û Husnu bi biryar bûn û dema navê wan tê gotin biryar û têkoşîn tên hişê mirov. Aydogan anî ziman ku tenê daxwazek şehîdên wan hebû û ew jî gihiştina têkoşina azadiyê bû. Dayika Husnü Ablay Halise Ablay jî da zanîn ku, kurê wê ne tenê şehîdê wê ye û şehîdê hemû gelê kurd û Kurdistanê ye. Girsê piştî axaftinan gul danin ser gorên Denîz û Ablay û belav bûn.