Dengê komkujiyê...
Dengê komkujiyê...
Dengê komkujiyê...
Gelo mirov dikarin behsa mafên ku mirov bi jidayikbûnê re xwedî wan mafan e, bikin? Ev mafên bingehîn ji bo gelê Şengalê nayên ti wateyê. Demeke dirêj e em li çiyayê Şengalê ne. Ev çiyayê ku bi gund û navçeyên Şengalên hatiye dorpêçkirin, dengekî ji kûrahiya dîrokê maye vedihewîne. Em biçin ku derê, em berê xwe bidin kîjan alî, ev deng timî tê guhê me. Li Sûlakê, li Cîdalî, li Şerfeddînê, li her deverê em vî dengî dibihîzin. Ev deng dengekî mîstîk e ku ji bo gelek kesan nenas e. Ev deng dengê komkujiya heftê û sêyemîn e.
Ev çiyayê ku bilindahiya wê 720 metre, dirêjahiya wê 72 kîlometre ye, di tevahiya dîrokê de rola parastina civaka Êzidî lîstiye. Ev çiyayê ku li bakurê wê navçeya Sinûnê, li başûrê wê navenda Şengalê heye, di êrîşa dawî ya DAIŞ'ê de jî bi stargeheke Kurdên Êzidî.
Em bi mirovên ji destê DAIŞ'ê reviyane re diaxivin. Ji ber ku malbatên wan di destê çeteyan de ne, naxwazin ji kamerayê re biaxivin. Dibêjin eger ew biaxivin, wê hemûyan qetil bikin. Bêyî ku em wan bixin nav tehdeyiyê, em cîhaza qeydê ji holê radikin. Bi awayekî bêsebir em li tiştên ew vedibêjin guhdarî dikin. Her gotina tê bilêvkirin, bandoreke kûr li me dike. Li aliyekî ji ber qewimînan em xemgîn dibin, li aliyê din jî ji ber ku em nikarin van vegotinan bikin belge û ji girseyên gel re ragihînin, em heyfa xwe lê tînin. Pêkanînên hovîtiyê yên di ti pirtûkê de cih nagirin û li ti devereke din nehatine jiyîn, yek bi yek tînin ziman. Zehmet e ku mirov ji ya bi serê wan de hatiye bêjin komkujî. Eger komkujîbûya wê çeteyên DAIŞ'ê biketina Şengalê, çi derketibûya pêşiya wan bikuşta. Tişta ev mirov vedibêje, ji komkujiyê wêdetir hovîtî ye.
Ez nizanim ka mirovahî wê çi navê li vê bike lê belê ya ku li her devera Şengalê hatiye avêtin, ji cesedên jin, zarok û extiyaran wêdetir, rûmeta mirovahiyê ye. Herî zêde jî îdeolojiya rojava ye, ku xwe weke temînata azadî û demokrasiyê dibîne. Komkujiya Şengalê ya sala 2014'an deqeke reş e li eniya mirovahiyê.
EM WEKE DIYARÎ DIDAN HEV
"Em jin, keç û mêr kom bi kom ji hev cuda dikirin. Her wiha jinên ciwan û keç weke yên xweşik û yên nexweşik ji hev cuda dikirin. Yên li gorî xwe xweşik ji xwe re veqetandin, yên din jî ji bo di bazarên koleyan de bifiroş in, birin. Zarokên keç û jinên ji xwe re veqetandibûn, yek bi yek li malan kilît kirin. Endamên çete dest diavêtin yên li van malan. Ev yek jî di bin navê zewacê de dikirin." Ev yek bi tenê beşeke biçûk a gotin X.C. ya 16 salî ye. Wekî din gotinên F.B. û E.A. mirovên dilê wan ji kevir be jî dihejîne: "Em weke pênc kom li malan digirtin. Bi zorê em kirin Misilman. Yên nebûn Misilman jî qetil kirin. Em ji emîrên xwe dikirîn û diyarî hevdu dikirin. Bi giranî zarokên sêzdeh, çardeh salî tercîh dikirin. Yên mayî jî difirotin Ereban." Jinên ciwan dibêjin herî zêde întixar dihat jiyîn. Anîn ziman ku li pêş çavên wan zarokê keç û jiyana xwe kuştin û hatin kuştin. Her wiha destnîşan kirin ku eger wan nekarîbe birevin, ew ê dawî li jiyana xwe bianîna.
ZEHMET E LI BÛYERÊN BI SERÊ KURDÊN ÊZIDÎ DE HATIYE NAVEK BÊ LÊKIRIN
Ev çeteyên DAIŞ'ê yên ev hovîtî anîn serê Kurdên Êzidî, ji rêya mirovahiyê derketine. Pêkanînên hovane ne ku mirov nikarin nav lê bikin. Gotina hovîtiyê jî ji bo vê yekê kêm e. Bi hezaran jinên Kurd li bazarên Ereban tên firotin. Wekî din li Sûlakê cesedên ciwan, extiyar û zarokan ên ji nêza mirine yan jî hatine kuştin, li naverastê, di binê wesayîtan de, yan jî li kêleka rê disekinin hene. Cesed ewqasî gelek in, ku definkirina wan bi xwe karekî gelekî mezin e. Gundî bi derfetên xwe re keviran datînin ser wan û hewl didin wan veşêrin.
Ya ku em li Sûlakê lê rast hatin, gundekî bi cesedan dagirtî bû. Her wiha dema em çûn gund, nêzî bîst jinên extiyar li malekê bûn. Dîmenekî balkêş û gelekî trajîk bû. Deh metre li nêzî vê mala jinên extiyar lê bûn, cesedê jineke extiyar li nava axurê bû. Ji bo dîmenê vê rewşê bigirim min devê xwe girêda, lê tevî vê yekê jî ji ber bêhnê min nekarî dîmen bikşînim. Min çar caran hewl da, lê belê min nekarîbû. Bêhneke gelekî giran bû û hema deh metre nêzî van jinên extiyar bû. Ez vegeriyam mala jinên extiyar lê diman. Vê carê li pêş malê di bin wesayîtekê de em li cesedê mêrekî extiyar rast hatin. Ji ber ku bi ya DAIŞ'ê nekiriye, destpêkê gule berdane çongekeke wî, dûre ya din û herî dawî jî guleyek berdane eniya wî û dawî li jiyana wî anîne. Hinekî jorî wî cesedê zilamekî din ê extiyar hebû.
Mala jinên extiyar lê bû, bi cesedan dorpêçkirî bû. Ji her deverê bêhneke giran a cesedan dihat. Li vê bêhnê bêhna heywanên bi awayekî komî mirin jî zêde dibû. Di nava du rojên li Sûlakê, ji ber bêhnê me nekarî xwarinê bixwin.
Piştî du rojan me dest bi vegerê kirin. Rêya me bi cesedê mirovan dagirtî bû. Dema em nêzî yek ji wan bûn, me dîtin ku xizmekî/e wê kevirê li ber serî maçî dike. Cesedê jineke ciwan a 16 salî bû. Dema ji çeteyên DAIŞ'ê direviya, bi doçkayê ji pişta xwe derb xwaribû û hatibû qetilkirin. Me me ji xizmê wê xwest cesed veke. Çend caran hewl da, lê ji ber bêhnê nekarî keviran ji ser rake. Min li nihêrî nabe, min kamera da xizmên wê û min kevirê ji ser cesed rakir. Dema kevir hêdî hêdî radibin, jineke ciwan a zehîf, por zer dihat ber çavê min. Tiştekî ji destê me bihata tinebû. Em neçar man cesedê jina ciwan di nav gora ji kevir de bihêlin û biçin.
QÎRÎNA 'GULEYÊ BERNEDE MIN'
Em ber bi çiyayê Şengalê ve ketin ser rê. Li çiyê gelek mirov hebûn ku li benda xizmên xwe bûn. Hin ji wan li benda hevsera/ê xwe, hin jê li benda keça xwe, hin jê li benda xwişk/birayê xwe hin jê jî li benda tevahiya malbata xwe bû. Kurdên Êzidî yên li çiyayê Şengalê belav bûne û li binê konên çêkirî bi komên biçûk dijîn, her gavê trajediyên nû li trajediyên wan zêde dibû.
Şengaliyên li konê biçûk weke malbat dimînin, her tim bi nexweşiyan re rû bi rû ne. Nexweşî, serma û tinebûna dermanan, her roj pirsgirekên nû derdixîne pêşiya Kurdên Êzidî. Ji ber ku betir zarok û extiyar in jî nexweşî zû belav dibin. Her wiha travmaya bi serê wan de hatiye, her li pêş çavên wan e. Reaksiyonek ku ez ê ti carî ji bîr nekim, ji bîra min naçe. Keçeke biçûk, bawerim şeş salî ye. Bi metereyeke avê, av dibir ji konê lê dima. Ji bo vî dîmenî bikşînim min kamera vekir û berê xwe da vê zaroka biçûk. Di vê kêliyê de kir qêrînî û got, "guleyê bernede min". Zaroka keç got qey kamera çek e û dest bi girî kir. Ji bo em wê aş bikin çi ji destê me hat me kir, lê nebû, her digiriya.
ZIVISTANEKE DIJWAR LI PÊŞIYA GELÊ ŞENGALÊ YE
Gelê Şengalê niha li çiyayê Şengalê xwe ji zivistanê re amade dike. Li dû komkujiya DAIŞ'ê ji bo vê carê rastî qirkirina xwezayê neyê, pêwîstiya wan bi alîkariyên lezgîn heye. Ne Neteweyên Yekbûyî û ne jî Yekîtiya Ewropa ku her du ji xwe re dibêjin parêzvanên mafên mirovan e, ti alîkarî negihandina vî çiyayî. Rojava bi derfetên xwe yên kêm hewl dide Kurdên Êzidî bide jiyîn. Wekî din vegera li çiyayê Şengalê heye. Kurdên Êzidî yên koçî Duhok, Zaxo û cihên cuda yên Başûrê Kurdistanê kirine, ji ber mercên nebaş li xaka xwe vedigerin. Ev yek jî bi xwe re pirsgirêkên nû diafirîne. Nifûsa zêde dibe, pêwîstiya bi alîkariyan zêdetir dike.