Demîrtaş: Roboskî û Siyasetmedarên dîl, mifteya çareseriyê ne
Demîrtaş: Roboskî û Siyasetmedarên dîl, mifteya çareseriyê ne
Demîrtaş: Roboskî û Siyasetmedarên dîl, mifteya çareseriyê ne
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di civîna Koma BDP'ê ya li meclisê de axivî û helwesta hikûmetê ya li hemberî komkujiya Roboskiyê û siyasetmedarên kurd, bi zimanekî tund rexne kir. Demîrtaş destnîşan kir, ku heta Roboskî neyê ronîkirin û siyasetmedarên Kurd ên dîl hatine girtin neyên berdan, çareserî nayê vî welatî.
Hevserokê BDP'ê Selehatîn Demîrtaş, di civina Koma BDP'ê ya hefteyî de bûyerên di rojevê de nirxandin. Demîrtaş, biryara Dozgeriya Komarê ya Amedê ya der barê Komkujiya Roboskiyê de bi zimanekî tund rexne kir û got: Piştî lêpirsîna 18 mehan gihiştin encamekê û gotin 'Em bê peyvir in' 18 meh in dozgerên dewletê lêkolîn kirin lêkolîn kirin û gihiştin encama bê peyvirê. Li gel ku qanûn hatiye guhertin û gotiye sûçê leşkerî be jî dadgehên sivîl peyvirdar in, dîsa dosya teslîmî leşkeriyê dikin. Ev dozgerên ku vê lêpirsînê dimeşînin, Serokwezîr, Serfermandar û hemû rayedarên leşkerî berpirsiyarê ve komkujiyê ne. Em û hemû gelê me dizanin ku hûn berpirsiyar in. Gel ji xwe we wekî sûcdar û berpirsiyar bi nav dike. Ji Serokwezîr heta hemû fermandaran hûn berpirsiyarê komkujiyê ne. Hûn dixwazin ser komkujiyê binixumînin. Em ji 29'ê Kanûnê heta niha tev Roboskî ne. Ev çi şerm û bêrûtî ye ku duxwazin ser Roboskiyê bigirin. Dozgerên ku komkujiya Roboskiyê dişopînin 18 meh in lêpirsînê dikin û niha dibêjim em bê peyvir in. Ev çi şerm û rezaletî ye."
"DI SER DE JÎ RADIBIN MALBATAN CEZA DIKIN"
Demîrtaş, cezayên li malbatan hatiye birrîn jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Dozger û leşkeriya herêmê bi vê yekê jî nayên ser, yek bi yek gefan li malbatên Roboskiyê dixun. Niha jî ji bo di 500'emîn rojê de malbatan qurnefil danîne cihê bûyerê bi hinceta "Sînor îhlal kirine" ji bo her malê 3 hezar tl ceza birîn. Li wir sînor tune ji xwe. Hûn dê li aliyekî gel qetil bikin zarokan qetil bikin, lêpirsînê nekin, li aliyê din hûn dê li malbatan ceza bibirin. Hûn dê bi vê ferasetê çawa siyasetê bikin. Ev rûreşî ye. Leşker, dozger û hemû rayedar girêdayî te ne. Niha jî li hemû malbatan 3 hezar TL li malbatan dibire."
"HETA HESABÊ ROBOSKÎ NEYÊ DAYÎN PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ BI PÊŞ NAKEVE"
Demîrtaş, destnîşan kir ku êdî Roboskî pirsgirêka wan a namûsê ye û wiha pêde çû: "Heta ku Roboskî çareser nebe ev pirsgirêk çareser nabe. Em dê teqez hesap bipirsin. Heta ku Roboskî neyê famkirin Gezî jî nayê famkirin. Berxwedana Parqa Gezî hestê gelê Kurd, Tirk û bindest e. Kesên ku hestên Berxwedana Parqa Gezî fam nekin nikarin siyasetê bikin."
Demîrtaş, piştgirî da şoreşgerên ESP'ê û diyar kir ku BDP heta dewî li pişt wan e. Demîrtaş serdegirtina malan a Enqere û Stenbolê şermezar kir û diyar kir ku BDP bi hemû endam û rêveberên xwe heta dawî li pişt kesên bindest û ESP'ê ye.
"BI HEZARAN SIYASETMEDARÊN KURD DÎL HATINE GIRTIN"
Demîrtaş, bal kişand ser doza KCK'ê û wiha got: "4 sal û 2 meh derbas bûn. Cezayê tu tê xwestin 5 salin. Lê ger ku ceza xwaribana jî hindik maye cezayê wan xelas bibe. Niha bi sedan-hezaran hevalên me rehîn hatine girtin. Ev rehîn dê kengî bi dnawîbibe. Hûn dibêjin zagon, zagonê we li dijî mafên mirovan e. Lê hûn zagonên xwe jî pêk nînin.
Heta ku yek hevalê me yê siyasetmedar girtî bimîne ev pêvajo pêş nakeve. Ger ku hûn siyaseta demokratîk dixwazin wê demê divê hûn hemû siyasetmedaran bedin. Li aliyekî dibêjin çekan berdin bila siyaset biaxive. Em di nava vê hefteyê de dixwazin hûn helwesta xwe diyar bikin. Ne mehek û salek şûnde. Em diwazin hûn niha helwesta xwe zelal bikin. Em behsa çareseriya 39 serhildanan ku bi sedhezaran welatiyan jiyana xwe ji dest dane dikin. Em behsa siyaset demokratîk dikin."
Demîrtaş, bang li hemû aştîxwaz û demokratan kir û wiha pêde çû: "Em dibêjin hikûmet dixwaze pêvajoyê bixetimîne. Di vê pêvajoya ku pêngava yekemîn bi dawî dibe û em derbasî pêngava duyemîn dibin divê hikûmet helwesta xwe diyar bike. Duh em heta nîvê şevê rawestiyan. Ji 98 girtiyan tenê 2 girtiyên siyasî serbest hatin berdan. Heta ku qanalên siyaseta demokratîk venekin ev pêvajo nameşe. Bila kesî nexapînin. Li aliyekî dê bi televîzyon, trên, balafir û hemû derfetên dewletê siyasetê bike, li aliyê din dê rê li pêş hemû derfetan bigirn û bêjin hûn jî siyasetê bikin. Ev çi şerm e. Dibêjin em di sindoqê de hev bibînin. Em amade ne. Hûn ji xwe beriyên xwe dije pere dikin û dixwin. Heta ku azadiya ramanê siyasetê tune be. Siyaseta demokratîk derew e. Erdogan digot 'Bila çek raweste bila siyaset biaxive' Em jî bang dikin û dibêjin tu çima destûr nade siyaset bi axive. Tu çima bi copan li kolana biciwan dikevin. Divê tu aşkere bi Birêz Ocalan re muzakereyê pêş bixe. Ger ku ne wisa be siyaset pêş nakeve û pirsgirêk çaser neke. Em wekî we bi kedxwarinê nehatin vir. Em bi têkoşîn û keda gel bi xwîdana eniya gel hatin vir. Parêzerên Buroya Hiqûqê a Asrînê. Parêzerên Hiqûqa Hemdem û hemû siyasetmedarên girtî divê tev serbest bên berdan. Heta ku hemû siyasetmedar neyên berdan ev pêvajo nayê çareserkirin. Ma tenê hûn dê bi balafiran mîtîngan pêk bînin."
Demîrtaş, helwesta CHP'ê ya statuko jî rexne kir û xwest xwe biguhere. Demîrtaş, helwesta AKP'ê ya li hemberî gle jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Wekî ku hemû pirsgirêk çareser kiribe tev digere. Bûye muxalefetê her kesî. Niha pergala nûnertiya wê dike pergala faşîzanê ye. Niha sindoq dê bê û em dê encama wê bibînin. Em li hemû îxtîdaran binerin. Sedema têkçûna wan nefamkirina yên hemberî xwe ye. Niha AKP jî deng û daxwazên yên kolanan fam nake û dixwaze keştiya xwe rizgar bike." Demîrtaş, xwest êdî îsyana gel û serhildana gel fam bike û wate bide çalakiyên kolanan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "20 rojin di axive. Bi qasî pirtûkan axiviye. Lê nêvî derew in. Em dê bi van derewan çawa pêvajoya muzakereyan pêş bixin. Ger ku wisa be em dê çawa li Tiriyeyê siyaseta azad bikin. " Demîrtaş, kesên piştgiriyê didin AKP'ê ji hişyar kir û xwest êdî ji derewên AKP'ê bawer neke û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gotin BDP kepengan dide girtin we bawer kir. Got Ceylan Onkol Ugur kaymaz terorîst e we bawer kir. Gotin girtî li girtîgehê xwarin dixwin we bawer kir. Çi derewa kirin we bawer kirin. Lê divê êdî hûn van derewan lêpirsîn bikin. Komkujiya elewiyan bi destê dewletê pêk hat. lê dixwazin ser wê jî bigirin. Hûn dê ji vê yekê bawer bikin. Lê divê hûn zanibin pergal û îxtîdara li ser derewan hatibe avakirin dê têk biçe. Dê roj bê pergala ku li ser edelet heqîqet û rastiyê pêş dikeve bê avakirin. Bi salan e em ji bo aştiyê têdikoşin, lê niha me wekî terorîst û kujer bi nav dikin. Kesên piştgiriyê didin derewên Serokwezîr bila zanibin ku dê bibin hevpar û şirîkên van sûcan. Biha hesabê vê yekê bikin. Bila îşkenceya li kolanan bibînin. Ger ku hûn gel guhdar bikin û hûn hest û ramanê hemû gelan li ber çavna bigirin wê demê hûn dê bibin Rêberê mezin. Lê ger ku hûn bi cop, bombeyên gazê û panzêran bersîv bidin daxwazên gel hûn e têk biçin.
Divê êdî her kes bi zimanê xwe, nasmame, baweriya xwe bijî. Em vê yekê diparêzin. Siyaseta BDP'ê parastina hemû mafan e. Dê hemû ziman, bawerî û nerînên cuda biparêse û li gel vê yekê dê di nava yekitiyê de tev bigere.
Kesên rast tevdigerin dê encam bistînin."