Demirtaş: Pirsgirêk negerîlane pirsgirêk zîhniyeta Enqereyê ye

Demirtaş: Pirsgirêk negerîlane pirsgirêk zîhniyeta Enqereyê ye

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş konê çareseriyê ku ji aliyê DOKH'ê ve li Dêrsimê hat vedan ziyaret kir. Demîrtaş bal kişand ser meşa gêrîlayên HPG'ê û wiha got: "Dibe ku gerîla ji van çiyanan vekişin û derkevin derveyî sînor. Lê pirsgirêk ne gerîla ye. pirsgirêk hişmendiya Enqereyê ye."

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, piştî 2'emîn Kongreya Awarte ya Rêxistina BDP'ê ya Dêrsimê, Konê Çareseriya Demokratîk ê li Gundê Tahtê yê 30 kîlometre dûrî Dêrsimê ye ziyaret kir. Heyeta BDP'ê ku Parlamentera Amedê Nursel Aydogan, Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn, Şaredarê Pêrdegê Kenan Çetîn, Endamê EMEP'ê Îlhan Îlbey, Serokê EMEP'ê yê Dêrsimê Mustafa Taşkale, Nûnerê ÎHD'a Dêrsimê Bariş Yildirim, Nûnerê herêmê yê HDK'ê Huseyîn Tunç, Seroka HDP'a Dêrsimê Fatma Kelsen jî hebûn konê çareseriyê ziyaret kir.

Demîrtaş di ziyareta kon de axivî û diyar kir ku, li çiyayên Dêrsimê 'nobeta aştiyê' tê girtin û wiha got: "Ev nobet gelekî pîroze. Gelek dayikan di vî şerî de zarokên xwe winda kirin. Van hemû êşan di dilê xwe de vedişêrin û ji bo aştiyê têdikoşin. Dil dixwazi ku dayikên kurd û tirk dest bidin hev û li derdora aştiyê bibin xelek. Ji bo vê yekê hêj ne derenge. Dayikên me 25 rojin ji bo şer pêk neyê nobetê digirin. Divê ev xebat baş bê famkirin û qimêtê wê bê zanîn. Pirsgirêk bi riya aştî û demokrasiyê çareser dibe."

Demîrtaş bal kişand ser meşa gêrîlayên HPG'ê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dibe ku gerîla ji van çiyayan vekişin û derkevin derveyî Tirkiyeyê lê belê pirsgirêk ne ya gerîlayên ku vedikişin dervê sînor. Pirsgirêk zîhniyeta Enqereyê ye. Heya ku zîhniyeta Enqereyê neyê guhertin pirsgirêka kurdan jî nayê çareserkirin. Em li vir dîsa bang li Enqereyê dikin û dixwazin ji bo aştiyê direng nemînin. Birêz Ocalan girîngiyek mezin dide têkoşîna dayik û jinan a ji bo pêvajoyê."