Demîrtaş: Pirsgirêk ne gerîla, di mejiyê Enqerê de ye

Demîrtaş: Pirsgirêk ne gerîla, di mejiyê Enqerê de ye

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di serdana xwe ya li konê çareseriyê yê li Dêrsimê de da xuyakirin, pirsgirêk ne ji vekişîna gerîla ye, pirsgirêk mejiyê Enqerê ye. Demîrtaş got, "Heta ku mejiyê Enqerê neguhere, pirsgirêka Kurd çareser nabe."

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li dû 2. Kongreya Awarte ya Rêxistina BDP'ê ya Dêrsimê, çû serdana konê çareseriyê yê li gundê Alacik ê 30 kîlometre dûrî navenda Dêrsimê ye. Şandeya ku tê de Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn, Şaredarê Pêrtaxê Kenan Çetîn, Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya EMEP'ê Îlhan Îlbey, Serokê Rêxistina BDP'ê ya EMEP'ê Mûstafa Taşkale, Nûnerê ÎHD'ê yê Dêrsimê Bariş Yildirim, Nûnerê HDK'ê yê Herêmê Huseyîn Tûnç, Seroka Rêxistina HDP'ê ya Dêrsimê Fatma Kelsen hebûn, çû serdana Dayikên Aştiyê yên 20 roj in nobedê digirin.

Demîtaş di axaftina xwe ya li vê derê de destnîşan kir, ku nobetgirtina aştiyê ya li çiyayên Dêrsimê wezîfeyeke pîroze û got, "Gelek dayikan di vî şerî de zarokên xwe wenda kirin, gelek ji wan jî zarokên wan hînê li çiyê û di zîndanan de ne. Li gel van hemû êşan jî, dayik ji bo aştiyê li ber xwe didin. Dil dixwest, dayikên Kurd û Tirk bi hev re li dora têkoşîna aştiyê bicivin, lê hînê ne dereng e. Nobeda dayikan a li vê derê mînakek mezin e, nîşaneyeke mezin e." Demîtaş diyar kir ku Dayikên Kurd zêdeyî 20 roj in li hemberî şer û tengezariyeke gengaz nobedê digirin û destnîşan kir, ku divê qedir û qîmetê vî karî baş were zanîn. Demîtaş da xuyakirin, ku rêya yekane ya mayîndebûna aştiyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e.

Demîrtaş der heqê vekişîna hêzên gerîla de weha axivî: "Dibe ku gerîla ji van çiyan vedikişin, ji nav sînorên Tirkiyê derdikevin. Lê yê ku pirsgirêk derxistiye ne gerîla ye. Pirsgirêk ne gerîla ye, pirsgirêk mejiyê Tirkiyê ye. Heta ku mejiyê Enqerê neguhere, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Ya ku vî mejî biguherîn e jî reformên demokratîk ên hukûmet bike ye. Em ji vê derê, ji çiyayên Dêrsimê bi dayikên aştiyê re careke din bang li Enqerê dikin; Ji bo aştiyê dereng nemînin, hîn bêtir ji dil bin, hîn bêtir biryardar in."

Demîrtaş der heqê hevdîtina xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî destnîşan kir, ku Ocalan nirxeke mezin nîşanî hewldanên jin û dayikan dide.