Demîrtaş: Ocalan rewşeke qanûnî dixwaze

Demîrtaş: Ocalan rewşeke qanûnî dixwaze

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş got, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der heqê qonaxa duyemîn de nameyek pêşniyaran a ji heft-heyşt sernavan pêk tê, radestî şandeya dewletê kiriye. Demîrtaş diyar kir ku Ocalan pêşniyarên, guhertina qanûnî û destûra bingehîn, komîsyonên huqûq û azadiya jinê pêşniyar kiriye.

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, der heqê hevdîtina roja Duşemê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, ji nûçegîhana rojnameya Mîlliyetê Serpîl Çevîkcan re axivî.

Li gorî nivîsa Çevîkcan, Demîrtaş anî ziman ku ji bo careke din şer rû nede wan hewldaneke bêhempa nîşan dane û rîska vê ya siyasî jî gelekî mezin bû.

Demîrtaş got, "Qonaxa duyemîn, ji gavên hukûmetê yên pêşîvekirina li rêyên siyaseta demokratîk pêk tê. Gava me hefteyek, deh rojên dawî û bûyerên Gezî nirxandin, pratîka hukûmetê me xist nava gumanan. Ziman û daxuyaniyên berdevkên hukûmetê û serokwezîr, nêzîkatiya li bûyerên Gezî, helwesta polîsan a li dijî jin, ciwan û zarokên li kolanan, helwesta dadgeriyê, biryara dadgehê ya li ser komkujiya Roboskî, cezakirina malbatên Roboskî bi pereyan, bernedana girtiyên ji doza KCK'ê yên dema xwe ya girtinê temam kirine, çêkirina qereqolan, zêdekirina hejmara cerdevanan. Di demeke ku divê hukûmet gavan bavêje, ji nişka ve rûyê xwe yê hişk û otorîter nîşanî raya giştî da."

‘REWŞEKE ÇÛN-HATINÊ RÛ DA’

Demîrtaş ragihand ku di pêvajoyê re rewşeke çûn-hatinê rû da û got, "Me 10-15 rojên gelekî tengav li dû xwe hiştin. Hindik mabû pêvajo ji holê rabe, lê me ev rewş nîşanî raya giştî nedan. Lê hevdîtina me ya dawî bi Birêz Ocalan re û peyamên hukûmetê yên divê di vê hefteyê de bidin, dibe ku qonaxa duyemîn a pêvajoyê komî ser hev bike. Wer xuya dike."

"CALAN PÊŞNIYARÊN XWE BI NAMEYEKÊ RADESTÎ DEWLETÊ KIR"

Demîrtaş hevdîtina bi Ocalan re nirxand û diyar kir ku Ocalan der heqê qonaxa duyemîn de nameyek pêşniyaran a ji heft-heyşt sernavan pêk tê, radestî rayedarên dewletê kiriye. Demîrtaş der heqê van heft - heyşt sernavan de ev agahî da:

"Guhertinên qanûnî û destûra bingehîn, der heqê azadiya jinê de dikare komîsyonek be avakirin, di mijarên derveyî parlamentê, mijarên sosyoekonomîk, pirsgirêkên ewlekariyê, sivîlbûyîna civakê de dikare komîsyonek ava bike. Komîsyona Ekolojî, huqûqê dikare bê avakirin. Ya girîng, divê ev kar li derve bi zelalî were nîqaşkirin. Pêwîste hukûmet hin guhertinan bike ku van nîqaşên li derve li ber çavan bigire."

"JI SEDI 90'Ê TENGAVIYÊ ÇARESER BÛ"

Demîrtaş ragihand ku ji destpêka berxwedana Parqa Gezî û vir ve qonaxeke bi rîsk hatiye jiyîn û destnîşan kir ku, ne nêzîkatiya kolanan, lê ya hukûmetê zor da pêvajoyê. Demîrtaş got, "Dikarîbûn derbasî qonaxa duyemîn bibûya. Diviyabû hukûmetê der heqê qonaxa duyemîn de amadekariyek bikira, di wê mijarê de dereng ma. Bi dîtina min, ji sedî 90'ê van tengaviyan hal bûye. Bi peyamên vê heftê yên hukûmetê re ji sedî sed ê tengaviyê wê hal bibe û derbasî qonaxa duyemîn bibin."

"OCALAN REWŞEKE QANÛNÎ DIXWAZE"

Demîrtaş diyar kir ku ji destpêka pêvajoyê ve gelek caran destûra operasyonên leşkerî hatiye xwestin, lê hukûmetê bi rêya Waliyan destûr nedaye û destnîşan kir, ku Ocalan ji bo rêveçûna vê pêvajoyê rewşeke qanûnî dixwaze. Demîrtaş got, "Birêz Ocalan bi biryardarî dibêje, 'divê ev kar bi qanûnan bên meşandin. Rewşeke qanûnî gelekî girîng e'. Gava gotûbêj tê kirin ku divê ev mijar bikeve rojeva parlamentê yan qanûn bên derxistin, Serokwezîr dibêje 'temînat ez bi xwe me'. Ev tiştekî şaş e. Ji ber ku demdirêjiya vî karî bi ewlekariya qanûn û destûra bingehîn dibe."

Demîrtaş ragihand ku Ocalan naxwaze pêvajo têk biçe û got, "Eger hukûmet gavan ne avêje, zehmete Ocalan bandora xwe li pêvajoyê dewam bike. Ji ber vê yekê timî hişyariyan dide, gava hukûmet dihilkume jî, hêrs dibe."

"PARLAMENT DIKARE BI LEZGÎNÎ BICIVE"

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku destûra bingehîn karekî zor e û pêşniyar kir ku di destpêkê de dikare destûra bingehîn a dema navberê bê amadekirin. Demîrtaş anî ziman ku ji bo qanûnên lezgîn derxîne, parlament dikare bêyî bikeve betlaneyê bicive û got, "Ez bi hêvî me ku parlament bi awayekî awarte li hev kom bibe. Emê danûstandinên xwe di havînê de jî dewam bikin."

Demîrtaş pêşniyarên BDP'ê li hukûmetê kir jî nirxand û diyar kir ku wan pêşniyar kirine, TMK bi temamî were rakirin, der heqê dema dirêj a girtinê de guhertin bê kirin, benda hilbijartinê bê sererastkirin û astengiyên li pêşiya zimanê propaganda, mafên zarokan bên rakirin.

MERCÊN OCALAN

Demîrtaş ragihand ku di mijara başkirina mercên Ocalan tê ragirtin de hin hewldan hene û got, "Malbata wî, wê êdî karibe bi awayekî rêk û pêk biçe giravê. Şandeyên me wê ji 15 rojan carekê biçin. Derfeta hevdîtina bi parêzeran re wê destpê bike. Şertên fîzîkî girîngtire. Em dizanin ku hucreya wî gelekî teng e. Hucreyek li gorî hukumxwarên di tecrîdê de ne. Divê ev were guhertin. Li Îmraliyê ji xwe koxûşên mezin ên berê hene. Dibe ku derbasî yek ji wan bibe."

"DIVÊ GUHERTINÊN QANÛNÎ HETA MEHA MIJDARÊ BI DAWÎ BIBIN"

Demîrtaş da xuyakirin ku divê guhertinên qanûnî yên li ser pêvajoyê heta meha Mijdarê temam bibin û destnîşan kir ku mûxatabê qonaxa duyemîn BDP ye. Demîrtaş ragihand ku Ocalan di vê mijarê de gotiye; "Mûxatabê qonaxa duyemîn BDP ye. Hûn bi hukûmetê re mûxatab in, hûnê vî karî dewam bikin."