Demîrtaş: Ocalan berxwedana Parqa Gezî silav kir
Demîrtaş: Ocalan berxwedana Parqa Gezî silav kir
Demîrtaş: Ocalan berxwedana Parqa Gezî silav kir
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedana Parqa Gezî silav kiriye.
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, ku di nava heyeta îro bi Ocalan re hevdîtin pêk anî de cih girt, bi telefonê beşdarî nûçeyên NUCE TV bû û der heqê hevdîtina xwe de hin detay da. Demîrtaş diyar kir ku rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan baş e û got, “Me di civîna xwe de, asta heyî ya pêvajoyê nirxandin.“
Demîrtaş diyar kir ku Ocalan bibîr xistiye ku pêvajoya rewşa bê şer, bi însiyatîfa wî pêk hatiye û got, “Divê hukûmet jî berpirsyariyên xwe bicih bîne. Divê hukûmet vê firsendê baş bikar bîne.“
Demîrtaş da xuyakirin ku Ocalan nêrînên xwe yên li ser pêvajoyê aniye ziman û silav li berxwedana Parqa Gezî kiriye.