Demîrtaş hat Pirsûsê
Demîrtaş hat Pirsûsê
Demîrtaş hat Pirsûsê
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hat navçeya Pirsûsê ya Rihayê ku bi rojane pevçûn û berxwedan lê dijwar in.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hat navçeya Pirsûsê ya Riha ku bi armanca piştgiriyê bide berxwedana Kobanê ya ji 15'ê Îlonê vir ve di çalakiyê de ne. Demîrtaş di saetên sibê de li herêma Alîgor a Pirsûsê ji aliyê endamên partiya xwe ve hat pêşwazîkirin, derbasî avahiya DBP’ê ya li navçeyê bû. Demîrtaş li vir parlamenter, rêveberên partiyê û hevşaredarên partiya xwe re civîn pêk anî. Çavlirê ye Demîrtaş bi rêzê şaredariyê, gelê li sînor nobeta berxwedanê digire û deriyê sînor ziyaret bike.