Demîrtaş: Gumanên Ocalan ên li ser tenduristiyê, ne şexsî ne

Demîrtaş: Gumanên Ocalan ên li ser tenduristiyê, ne şexsî ne

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku gumanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser tenduristiya xwe, ne şexsî ne û got, "Birêz Ocalan di hevdîtinekê de got; li navenda pêvajoyê ez heme, min bang kir, min da destpêkirin. Bêyî ku pêvajo bigihêjê selametiyê, eger ji nişka ve li vir dilê min bisekine, wê çi bi pêvajoyê bê? Tişta ez der heqê tenduristiya xwe de tînim ziman, gumanên min ên şexsî nînin. Gava peyamê didim dewletê jî bi vî rengî didim."

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li parlamentê bi komek ji rojnamevanan re hat cem hev û der heqê pêvajoya çareseriyê de nirxandin kir. Demîrtaş da xuyakirin ku divê hukûmet di çarçoveya berpiryariyên xwe yên ji bo qonaxa duyemîn de gavan biavêje û pêşî li siyaseta demokratîk veke.

Li ser pirseke der heqê fikar û gumanên tevgera azadiyê ya Kurdistanê de Demîrtaş weha peyivî: "Dudiliya hukûmetê ya ji bo gavavêtinê, rê li ber fikarên mezin vedike. Çêkirin qereqol, bendav, HES û dewamiya pergala cerdevaniyê, gumanan zêde dike. Ne rast e ku gav avêtin ji pêvajoya piştî hilbijartinê re bê hiştin. Qet nebe, divê di demokrasiya hilbijartinê, demokrasiya pêşbirka hilbijartinê, demokrasiya partiyên siyasî de hin guhertin bên kirin. 8 parlamenter hînê girtî ne, bi hezaran siyasetmedar girtî ne. Divê di van mijaran de heta hilbijartinê gav bên avêtin."

Demîrtaş da xuyakirin ku hevdîtinên dewletê yên bi Ocalan re dewam dikin û got, "Me serî li Wezareta Edaletê dan, di nava vê hefteyê de hevdîtineke nû dikare pêk were. Li Îmraliyê heyeta dewletê bi rêk û pêk bi Birêz Ocalan re hevdîtinê dike. Qonaxa duyemîn, weke BDP em dimeşînin. Daxwazên me li holê ne. Ev ne li dijî daxwazên Birêz Ocalan in."

KAMPANYA "HUKÛMET GAVÊ BIAVÊJE" WÊ DEWAM BIKE

Demîrtaş li ser rêveçûna pêvajoyê ya heta Îlonê ev nirxandin kir: "Demeke dirêje daxwazeke me ya ji bo avakirina komîteya şopandina pêvajoyê heye. Me bi xwe jî ava kirin. Li qadan, komîteyên me yên çalak hene. Komîsyona Çareseriyê ya Meclîsê, dikare di vê dema havînê de çalaktir bixebite. Ne rast e ku xebatên komîsyonan, di vê dema betlaneya parlamentê de bên rawstandin. Komîsyon dikare hîn bêtir li ser pêşniyarên çareseriyê raweste, di vê mijarê de raporê amade bike û pêşkêşî hukûmet û BDP'ê bike. Ji bo çarseriya pirsgirêkên gengaz jî, pêwîste di navbera hukûmet û BDP'ê de komeke diyalogê hebe. Komîsyona Çareseriyê dikare vî karî bike. Divê Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan bê avakirin. CHP'ê gelek caran got ewê piştgiriyê bide vê, lê AKP her tim ji vê reviya. Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan, dikare weke komîsyoneke jêrîn a Komîsyona Çareseriyê bê avakirin an jî dikare weke komîsyoneke xweser bê avakirin û bixebite. Di rewşên awarte de pêwîste meclîs karibe bicive. Kampanya me ya "Hukûmet Gavê Biavêje" wê bi meş û mîtîngan li her derê dewam bike."

'EGER JI NIŞKA VE DILÊ MIN BISEKINE, WÊ AQÛBETA PÊVAJOYÊ ÇI BE?"

Li ser pirsa; rewşa tenduristiya Ocalan ne baş e?, Demîrtaş ev bersiv da: "Di hevdîtina me ya dawî de pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekir problem. Lê em kengî diçûn gel wî, her tim destmalek pê re bû û timî çavên xwe paqij dikir. Timî hêstir ji çavên wî dihat û gava diaxivî çavên wî dihat girtin. Temene wî 64-65 sal e. Ew şert û mercên lê tê ragirtin, mirovekî ciwan jî nikare lê îdare bike. Di hevdîtinekê de weha peyivîbû: 'Li navenda pêvajoyê ez heme, min bang kir, min da destpêkirin. Bêyî ev pêvajo bigihêje selametiyê eger ji nişka ve dilê min bisekine, wê çi bibe? Di rewşeke ku pozîsyona min ji bo pêvajoyê ewçend girîng e de, divê herkes baldar be. Lewma, tişta ez der heqê tenduristiya xwe de tînim ziman, ne gumanên min ên şexsî ne. Divê rast were fêmkirin, heman peyamê didim hukûmetê jî.' Girtiyên li gel wî jî dibêjin. Pêwîste şert û mercên ew tê ragirtin, ji bo başbûna tenduristiya wî werin sererastkirin. Ev ne rewşek ji rêzê ye. Em li bendê ne ka wê guhertineke çawa bê kirin. Bi rêveçûna pêvajoyê re, wê zelal bibe."