Demîrtaş: Dem hatiye mercên Ocalan bên sererastkirin
Demîrtaş: Dem hatiye mercên Ocalan bên sererastkirin
Demîrtaş: Dem hatiye mercên Ocalan bên sererastkirin
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir ku êdî dem hatiye şert û mercên Ocalan tê de dijî, werin sererastkirin û got, "Eger AKP vê pêvajoyê ji bo xurtkirina deshilatdariya xwe bikar bîne, pêvajoya aştiyê mayînde nabe."
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Amedê bi xebatkarên çapemeniyê re rûnişt û der heqê pêvajoya çareseriyê û rewşa dawî ya li welêt de, nêrînê xwe parve kir. Demîrtaş da xuyakirin ku eger pêvajoya çareseriyê bi gavên demokratî û destûra bingehîn a sivîl were xurtkirin, wê veguhere aştiyeke mayînde. Demîrtaş der heqê pêvajoyê de hişyarî da AKP'ê û gweha peyivî: "Eger AKP vê pêvajoyê ji bo xurtkirina deshilatdariya xwe bikar bîne, pêvajo venaguhere aştiyeke mayînde. Kurd ne xerîbê kolanane. Eger gav neyên avêtin, bi milyonan Kurdên rêxistinbûyî wê hêza xwe nîşan bidin. Hukûmet bi ço û gaza xwe piştrast e. Lê dema nêz a vî welatî nîşan dide, ku gel bi ço û gazê nayê tepisandin. Divê hukûmet di vê çarçoveyê de tevbigere."
Demîrtaş da xuyakirin ku pêvajoya vekişîna hêzên gerîla ji Bakurê Kurdistanê bi lez dewam dike û weha axivî: "Em texmîn dikin, ku pêvajoya vekişînê di nava meha Tîrmehê de bi dawî bibe. Êdî dor hatiye gavên demokratîkbûyînê û destûra bingehîn a nû. Her weha ji niha û pê ve wê rewşa birêz Ocalan were nîqaşkirin. Divê karibe parêzer û malbata xwe bibîne, dîsa ji bo pêvajoyê karibe baştir rêvebibe divê şert û mercên ew tê de ye bên sererastkirin û mercên tecrîdê bên rakirin. Ev yek, êdî ne mijarên zorê didin Tirkiyê. Ne rast e ku mûxatabê xwe yê aştiyê di odeyeke 14 metrekare de rabigire. Ev yek bi kêrî pêvajoyê jî nayê. Divê ev guhertin bên kirin. Gava heyeta me çû, ewê pê re li ser vê mijarê biaxive. Vana guhertinên neçarî yên pêvajoyê ne."
"DIVÊ GUHERÎNÊN QANÛNÎ BÊN KIRIN"
Demîrtaş li ser amadekariyên xwe yên ji bo qonaxa duyemîn a pêvajoya çareseriyê de diyar kir, ku ewê xebatên xwe yên li ser gavên ji bo paqijiya rê û reformên divê werin kirin, di civîna koma xwe ya hefteya pêş de eşkere bikin. Demîrtaş ragihand ku eger ev reformên ewê pêşniyar bikin werin kirin, çêkirina destûra bingehîn a nû wê hêsantir bibe û got, "Çêkirina destûra bingehîn qonaxeke din e. Di encama xebatên Komîsyona Lihevkirinê de, em dikarin jinûve bikevin nava xebatekî. Lê beriya her tiştî divê di mijarên bingehîn azadiya fikir û raman, mafê meş û mîtîngan bên rayîn. Di qanûna partiyên siyasî, benda hilbijartinê, qanûna têkoşîna li dijî terorê, qanûna çapemeniyê de guhertin werin kirin."
"DIBE KU EM HEFTEYA PÊŞ BIÇIN ÎMRALIYÊ"
Demîrtaş der heqê serlêdana wan a hefteya derbasbûyî ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re got, "Hefteya derbasbûyî ez bi rêya telefonê bi Wezîrê Edaletê re axivîm. Wî jî got, ewê di hefteya pêş de mijarê zelal bikin. Lê roja wê hînê zelal nebûye. Em li bendê ne ku di hefteya pêş de biçin giravê."
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ew hînê bi hukûmeta AKP'ê re ne pişrast in û got, "Feraseta AKP'ê ya li ser demokrasiyê, bi ya partiya me re li hev nakin. Lê ji ber ku em jê ne piştrast in, em nikarin bêjin dewama şer dixwazin.
"KONFERANSA BAKURÊ KURDISTANÊ GIRÎNG E"
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş der heqê "Konferansa Aştî û Çareseriyê ya Bakurê Kurdistanê" de ku wê di 15-16'ê Hezîranê de li Amedê bê lidarxistin axivî û diyar kir ku ew hêvî dikin HUDA-PAR û HAK-PAR jî tevlî konferansê bibin, lê heta niha ev yek zelal nebûye. Demîrtaş destnîşan kir ku ev konferans ne organîzasyonek partiyeke siyasî ye û got, "Ev ne konferansa partiyekê ye, konferansa gelekî ye. Divê herkes di vî warî de bi têgihiştinek fireh tevbigere. Konferans wê gotina yekitiyê bicih bîne. Divê bi vê konferansê re peyama yekitiyê ya gelê Kurd ji cîhanê re were dayîn."
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, berxwedana li Parqa Gezî ya li Taksîma Stenbolê jî watedar dît.