Demîrtaş: Bi siyaseta demokratîk re, ev xwîn dikare raweste

Demîrtaş: Bi siyaseta demokratîk re, ev xwîn dikare raweste

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di serdana sersaxiya malbata gerîlayê HPG'ê Mehmet Kiran (Kûrtay Faraşîn) de destnîşan kir ku ji ber ciwanên Kurd ji siyasetê bawer nekirine derketine serê çiyê û got, "Rawestindina vê yekê bi pêşîvekirina li siyaseta demokratîk dibe."

Ji bo gerîlayê HPG'ê Mehmet Kiran (Kûrtay Faraşîn) ku ji ber nexweşiyê li bejahiya navçeya Amed Pîranê jiyana xwe ji dest da û pêr li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hat veşartin, li Taa Kale konê sersaxiyê hat vedan û serdanê sersaxiyê dewam dikin. Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi heyeteke pê re çû serdana sersaxiyê. 

Demîrtaş, di vê pêvajoya ji bo rawestandina xwînê de xemgîniya xwe ya ji ber wendakirina ciwanekî anî ziman û anî ziman ku di şerê 30 salan de berdêla herî giran ciwanan dane. Demîrtaş got, "Hin ciwan hene ku hînê cihên gora wan nayê zanîn. Goreke wan jî tineye. Lê berdêla herî mezin wan dan. Ji ber vê yekê em minetdarên ciwanên xwe ne."

Demîrtaş da xuyakirin ku aştiyeke mayînde hewce bi ked û hewldaneke mezin dibîne û got, "Em dixwazin li ser axa xwe bi awayekî mirovane bijîn. Em dixwazin bi rûmet, şeref, ziman, bîr û çanda xwe bijîn. Nêzî 150 sal in li ser vê axê faşîzm û zext li ser vê axê serdest e. Ev 150 sal in em ji bo jiyaneke azad û bi rûmet a li ser axa xwe, têdikoşin."

"PÊVAJO Bİ HEWLDANÊN YEKALÎ NABE"

Demîrtaş diyar kir ku hukûmta AKP'ê û dewleta Tirkiyê bi awayekî fermî bi Kurdan re hevdîtin û danûstandinan dike û axaftina xwe weha dewam kir: "Li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re, li Enqerê bi me re û bi rêya me bi KCK û gelê Kurd re danûstandinan dikin. Ji bo ev veguhere aştiyeke mayînde em di nava hewldanan de ne. Gelê me hestiyar e. Lê belê ev pêvajo bi yekalî nameşe. Hukûmet divê êdî gavan biavêje. Hewceye pêşî li siyasetê bê vekirin. Hînê bi hezaran siyasetmedar û hilbijêr li girtîgehê ne."

"BI DÎTINA HESASIYETÊN GELÊ KURD EV PIRSGRIÊKA ÇARESER DIBE"

Demîrtaş destnîşan kir ku ji ber baweriya ciwanên Kurd bi siyasetê nehatiye derketine serê çiyê û rahiştine çekan û got, "Rawestina vê, pêşîvekirina li siyaseta demokratîk e. Bi nedîtina hesasiyetên Kurdan re pirsgirêka Kurd çareser nabe. Bi sedan salan ji xwe heman tiştî dikin. Niha jî hûn heman tiştî bikin, ji xwe pirsgirêka çareser nabe. Emê bi sebir û bi biryardarî di vê rê de bimeşin. Ji ber ku yê ev pêvajo da destpêkirin en Birêz Serokwezîr, Birêz Ocalan e."

Piştî axaftinê, Demîrtaş û heyeta pê re ji mala sersaxiyê derketin.