Demîrbaş serdana gora Engîn Sîncer kir
Demîrbaş serdana gora Engîn Sîncer kir
Demîrbaş serdana gora Engîn Sîncer kir
Şaredarên Sûrê Abdullah Demîrbaş, serdana gora yek pêşengên PKK’ê Engîn Sîncer ya li gundê Seyrantepe yê girêdayî Bazarcixa Mereşê ku di sala 2003’an de jiyana xwe ji dest da, kir.
Şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş ku ji bo tevlî panela “Rêveberiya Herêmî û Azadiya Baweriyê” ku ji aliyê BDP’a navçeya Bazarcixa Mereşê ve hatî organîze kirin bibe, hat navçeyê li gel kesên pêre çû serdana gora gêrîlayê PKK’ê Engîn Sîncer yê li gundê Seyrantepe ku di sala 2003’an de jiyana xwe ji dest da kir. Şaredar Demîrbaş, Endamê MP’a BDP’ê Salih Baykal, Serokê Bajarê Mereşê Metîn Gonulşen, Serokê Cemxaneyên Amedê Hidayet Ulugerçek, Serokê navçeya Bazarcixê Mahmût Aktaş, her wiha rêveberên bajar û navçeyan ji aliyê bav Sîncer Bektaş Sîncer ve hatin pêşwazî kirin û li ser gorê dua kirin. Piştî duayan ji bo bîranîna kesên di tekoşîna azadiyê de canê xwe dane deqîqeyek rêz girti.
Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş li vir axaftinek kurt kir û diyarkir ku, pêvajoya “çareseriya demokratîk” ya ji aliyê Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin bi saya şahadeta kesên ji bo azadiya gelê Kurd tekoşîn dane pêkhatiye. Demîrbaş got; “ Ji ber ku van mirovan di vê rê de jiyana xwe ji dest dan. Birêz Ocalan hertim dibêje; ‘Pêşengên me hemûyan şehîdên azadiyê ne’ tenê daxwaza van kesên jiyana xwe ji dest dayîn hebû, ew jî azadiya vî gelî bû. Em hêvî dikin ku di vê pêvajoyê de ev çêbibe. Em di hizûra wan de vê sozê didin. Em di vê wateyê de di şexsê Engîn Sîncer de kesên di dîroka Kurd û Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bi hurmet û minet bibîr tînin.”
Piştî axaftinên hatin kirin Demîrbaş û kesên li gel serdana malbata Sîncer kirin. Demîrbaş û kesên pêre ji aliyê Dayîka Sîncer Done Sîncer ve hatin pêşwazîkirin û demek dirêj sohbet kir.