Demirbaş bi Keyayên Sûrê re civîbn pêk anî

Demirbaş bi Keyayên Sûrê re civîbn pêk anî

Şaredariya Sura Amedê Abdullah Demirbaş bi keyayên navçeya Sûra Amedê re hevdîtin kir û bang li her kesî kir ku tevli pêvajoya çareseriya demokratik ya ku serokê gele kurd Abdullah Ocalan di 21 adara 2013 an de daye destpêkirirn bibe . 

Şaredariya Sura Amedê di çarçoveya xebatên piştgiriya pêvajoya çareseriya demokratîk de gelek civînên bi gel re lidar dixe. Di nava van çalakiyan de îro li  şaredariya Sûrê şaredar Abdullah Demirbaş bi keyayên Sûrê re hate ba hev û behsa vê pêvajoyê kir.

Demirbaş di destpêka axaftina xwe de malavaya Keyayên navçeya Surê kir ku ev dawetiya wî b,icih anîne û beşdarî vê civînê bûne.

Demirbaş girîngiya vê pêvajoyêwiha anî ziman û got: Heta ku em gihane vê pêvajoyê gelek bedelên giran hatine dan û zarokê3n me bi keda xwe, bi canê xwe em gihandine vê pêvajoyê. Lewre jî  niha jî bar ketiye ser mile me ku ev vê pêvajoyêbibin serî û tekoşîna ku bi xwîna zarokên me gihaye vê merheleyê divê em wêtemam bikin û bi behaneyên cüda xwe ji kar û xebatê nedin alî.

Demirbaş bal kişand ser giringiya biratî û lihevkirina din ava gelan de û wiha got: Gelek kes dibêjin baweriya me bi hikûmetê nayê û dixwazin xwe ji barê ku dikeve ser mile wan dûr bikin. Ez dibêjim ku ev pêvajoya ne wiha ji nişkan ve an jî ji ber xwe ve hatiye vê qonaxê. Ji bo ku kurd bighên vê qonaxê gelek bedelên giran dane .

Her wiha heta beriya demeke ne d3ur vî gelî nikaribû kaseteke stranên kurdî li mala xwe bihewîne. Bi tekoşîna vî gelî îro em dibinin ku bi dehan  kanalên radyo û televizyonên kurdî hene.  Kesekî bixêra xwe ev destkeftiyên kurdan peşkeş nekirine kurdan bi ked û tekoşîna xwe û bi bedelên giran em gihandine van rojan.

Civîna bi keyayên Sûrê re bi beşdariya Hevserokê  Navçeya Surê , alîkarên şaredar   û çend endamên meclisa şaredariyêli salona meclisa şaredariyê  pêk hat.