Demîr û Malçok hatin bi bîranîn

Demîr û Malçok hatin bi bîranîn

Endamên DOKH'ê û MEYA-DER'ê Evrîm Demîr û Mustafa Malçokê ku bedena xwe dabûn ber agir û jiyana xwe ji dest dabûn li ser gora wan bi bîr anî.

Endamên DOKH û MEYA-DER'ê ji bo Evrîm Demîr a ku li navçeya Kopê ya Mûşê bedena xwe dabû ber agir û jiyana xwe ji dest dabû û ji bo Mustafa Malçok ê ku li ber perava çemê Dîcleyê bedena xwe dabû ber agir û jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Sulamane ya navçeyê Gêla Amedê bernameya bîranînê lidarxist. Gel bi sloganên 'Şehîd namirin' heta gora Malçok û Demîr meşiyan. Li ser gora Demîr û Malçok deqeyek rêz hat girtin û li ser navê girseyê endama DOKH'ê Zekiye Guler axivî, nameya Evrîm Demîr ku beriya bedena xwe bide ber agir bi bîrxist û wiha got: "Evrîm ji bo bibe dengê aştiyê bedena xwe da ber agir. Em careke din soz didin ku em ê têkoşîna Evrîm û Mustafa bidomînin." Peyama malbata Demîr ku tevli merasîmê nebûbû hat xwendin û malbata Malçok spasiyên xwe ji kesên ku tevli çalakiya bîranînû bûne kir. Piştî axaftinan girseyê qurnefîl danî ser gora Demîr û Malçok. 

Evrîm Demîr di salvegera 14'ê Tîrmehê ya sala 2011'an de bedena xwe da ber agir û di nameya xwe de gotibû 'Ez dixwazim bi vê çalakiyê ve bibim dengê aştiyê' û bedena xwe dabû ber agir û jiyana xwe ji dest dabû. Mustafa Malçok di sala 2011'an de di salvegera Komploya 15'ê Sibatê de li ber peravên çemê Dîcleyê bedena xwe dabû ber agir û jiyana xwe ji dest dabû.