Dema îdamkirina bi derziyê diqede
Rêveberiya DYA, ji bo îdamên bi derziya bi jehr tê kirin, madeyên xwe ji şîrketa Pfîzer dikire. Vê şîrketê da xuyakirin, ku ew ê êdî nehêlin mafên wê ji bo îdamê bên bikaranîn.
Rêveberiya DYA, ji bo îdamên bi derziya bi jehr tê kirin, madeyên xwe ji şîrketa Pfîzer dikire. Vê şîrketê da xuyakirin, ku ew ê êdî nehêlin mafên wê ji bo îdamê bên bikaranîn.
Di daxuyaniya nivîskî ya şîrketa Pfîzer de hat ragihandin, ew êdî madeyên di îdama bi derziyê de tên bikaranîn, nema difiroşin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pfîzer madeyên jiyaan mirovan rizgar bike yan jî tenduristiya mirovan baş bike, çêdike" û destnîşan kir, ku ew li dij in ev madeyên wan di îdama bi derziyê de tên bikaranîn.
Bi biryara şîrketê ve, li dîstrîbutorên van madeyan belav dikin hat qedexekirin, ku van madeyan bifiroşin saziyên înfazê yên adlî. Pfîzer bi vî rengî çû ser xeta 25 şîrketên beriya niha heman biryar stendibûn.
Li DYA hînê li 31 eyaletan cezayê îdamê tê bicihanîn. Ji ber du îdamên sala 2014'an, îdama bi derziyê rê li ber nîqaşên mezin vekiribû. Li eyaleta Ohîo mehkûmekî îdamê yê bi navê Dennîs Mc Gûîre bi madeyeke berê nehatibû ceribandin hatibû îdamkirin û 25 deqeyan can kêşiya bû.
Heman salê, ji ber derziya li mehkûmê bi navê Joseph Wood hat xistin, 90 deqeyan can kêşiya bû.
Li gorî qanûnên federal ên DYA, eger îdam bi derziyê were kirin, divê ev derzî ji madeyên ku di heman demê de mehkûm radizîne, masûlkeyên wî ditevizîne û dilê wî disekinîne, pêk bê.
Ji ber çalakiyên protestoyî yên salên dawî, gelek şîrketên dermanan nema derman firotin saziyên înfazê û bi vî rengî îdamên bi derziyê kêm bûn. Di sala 2015'an de 28 mehkûm bi derziyê hat îdamkirin. Ev hejmar ji sala 1991'ê û vir ve hejmara herî kêm bû. Ji destpêka vê salê û vir ve hejmara mehkûmên bi derziyê hatine îdamkirin 16 ye. 6 ji van li eyaleta Teksasê hatin îdamkirin.