Deklarasyona Kongreya KNK'ê
Deklarasyona Kongreya KNK'ê
Deklarasyona Kongreya KNK'ê
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), der heqê 13. Civata Giştî de daxuyaniyek weşand û biryarên hatin girtin, bi deklarasyonekê ji raya giştî re eşkere kir.
Di daxuyaniya KNK'ê de hat ragihandin, ku Kombûna Giştî ya KNKê [25-26 Gulan 2013], di şertên ku hewcehîya neteweyî û welatî ya Kurdistanê di dereceya herî bilind da heyî pêk hatiye û hejmara endamên kesî û organîzasyonî zêde bûye.
Di daxuyaniyê hat gotin, li gel partî, organîzasyonên polîtîk û sivîl, nûnerê Serokê Kurdistana Federal û Hukûmeta Herêma Kurdistanê, ji her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê hejmareke zêde beşdar amade bûn.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, ku kombûna Giştî ya KNKê di rêvebirîya xwe da reformek pêk aniye û hem modelê hevserokîyê wekî jinek û mêrek qebûl kir, hem jî hejmara jinan di konseyê da hate zêde kirin.
Hat ragihandin, ku di çarçoveya vê guhertina pergalî de Nîlufer Koç û Tahir Kemalîzade weke Hevserokên KNK'ê hatine hilbijartin û ji bo Konseya Rêvebir û Komîteya Huqûqê hilbijartin hatin kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin, ku di kombûnê de li ser pirs û pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, xelkên Kurdistanê, pêşhatinên polîtîk, armancên bizava neteweyî û welatî û tifaqa navxweyî bi berfirehî hate rawestan.
Biryarên di 13. Kongreya KNK'ê de hatin wergirtin jî ev in:
⦁ KNK hewildanên xwe bidomîne ku hemû dînamîkên neteweyî û welatî li ser zemînê yêkîtîya neteweyî û welatî bigihine hev.
⦁ Ji bo komkirina Konferansa Yêkîtîya Neteweyî û Welatî ya Kurdistanê xebat bête kirin.
⦁ Ji bo azadîya birêz Ocalan û hemû girtîyên polîtîk karekî berfireh bête kirin.
⦁ Karekî navxweyî û navneteweyî bête kirin ku birêz Abdullah Ocalan ji bo ”Xelatê Aştîyê yê Nobelê” wekî namzet bête nîşandan.
⦁ KNK bangî dewleta Fransayê dike ku endamê Konseya Rêvebir ya KNKê birêz Adem Uzun zûtirîn dem serbest bikin.
⦁ Destkevtên Kurdistanê bi giştî û bi taybetî statuya Kurdistana Federal û pêkhatina nû ya li Rojavaya Kurdistanê bêne parastin.
⦁ Prosesa nû ya li bakura Kurdistanê û Tirkîyeyê ku ji teref serokê PKKê birêz Ocalan û KCKê ve hatîye dest pê kirin bête destek kirin.
⦁ Digel Kurdan, maf û daxwazên xelkên li Kurdistanê; Asûrî-Suryanî-Kildanî, Ermenî, Ereb, Tirk, Faris, Qereç û yên dî û dîn, mezheb û bawerîyên li Kurdistanê; Islam, File, Cihû, Ateîst, Elewî, Êzidî, Şiî, Yarsan û yên dî, di zemînê civata demokratîk, sosyal û sekular da bêne parastin.
⦁ Li Rojavaya Kurdistanê sîstemekî demokratîk, sosyal û sekular bête avakirin û di serî da leşkerî, asayişa polîsî û hemû dem û dezgeh û mekanîzmayên îdarî li ser esasê yêkbûnê bêne organîze kirin û avakirin.
⦁ Bang li Amerîka, YE û dewletên dî bête kirin ku PKK ji lîsteya terorê bête derêxistin.
⦁ Bang li UN û dezgehên dî yên navneteweyî bête kirin ku di çareserkirina doza Kurd û Kurdistanê da dadyar bin û rê li ber çareserîyeke demokratîk xweş bikin û destekê bidine xelkên Kurdistanê.
⦁ Bang li dewleta Iranê bête kirin ku dawîyê li îdam, şiddet û binpêkirina mafên Kurd û Kurdistanîyan bîne û digel pêşengên polîtîk yên Kurdistanê dest bi muzakereya çareserîyê bike.
⦁ KNK bang li dînamîkên neteweyî û welatî yên li Rojhilata Kurdistanê dike ku di navbeyna xwe da yêkîtîyeke koalisyonel pêkbînin û beramberî rejimê xwe bikin yêk û herweha digel opozisyona Iranî jî tifaqê çêbikin.
⦁ KNK bang li Kurdistanîyên Rojavaya Kurdistanê dike ku bi Peymana Hewlêrê [Tirmeh 2012] ve girêdayî bin û di bin rêvebirîya ”Konseya Bilind ya Kurdî” da kom bin.
⦁ KNK bang li rêvebirîya Kurdistana Federal dike ku li ser pirsa Kerkûk û navçeyên ku li derveyî tixûbên Kurdistanê hatine hêlan bi giringî raweste û wan navçeyan paşve vegerînin nav tixûbên Kurdistanê.
⦁ KNK bangî xelkên Tirk, Ereb û Faris dike ku ji bo avakirina sîstem û rejimên demokratîk, sosyal û sekular piştevanîya xelkê Kurd û Kurdistanîyan bikin ku bi hev ra jîyaneke aştîyane, azadane, wekhevîyane û dadyarane pêkbêt.
Deklarasyona Kombûna Giştî ya hat eşkerekirin jî weha ye:
Kombûna Giştî ya KNKê di roja xwe ya yêkemîn da, bi beşdarîya hejmareke bilind ya mêhvan û endamên ji seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê, pêdivî dît ku vê deklarasyona 11 [yazdeh] maddeyî bi bîr û rehîya giştî ya Kurdistanê û cîhanê ra bigihîne.
⦁ Kurdistan welatê Kurd û Kurdistanîyan e û gelek xwezayî mafê wan heye ku çarenivîsa xwe bi xwe tayîn bikin.
⦁ Kombûna me bi terkîba xwe ya bilind ya neteweyî û welatî ve destnîşan dike ku têkoşîna rizgarîya Kurdistanê bi şuûreke bilind ya neteweyî û welatî heta serkevtina mezin dê bête domandin.
⦁ Demokratîzasyona Rojhilatanavîn bi temamî bi qebûlkirin û naskirina statuya Kurd û Kurdistanê ve mumkun dibe. Lewma dewletên bi pirsa Kurdistanê ve dîrekt û îndîrekt peywendîdar divêt vê rastîyê bibînin û li goreyî vê yêkê pozisyona xwe aşkera bikin û daxwazên Kurd û Kurdistanîyan bi cih bînin. Herweha di serî da Kerkûk û hemû navçeyên li derveyî tixûbên Kurdistanê hatine hêlan divêt bêne vegerandin bo nav Kurdistanê û rêz li tixûbên Kurdistanê bête gitin.
⦁ Kombûna me pêşhatinên li Rojavaya Kurdistanê giring dibîne û piştî destkevta başûr, rojavayê jî destkevtî dibîne û bangî Kurdistanîyan dike ku van herdu çeperan biparêzin.
⦁ Li bakur proseseke nû hatîye dest pê kirin ku li ser daxwazên neteweyî û demokratîk digel dewleta Tirkîyeyê muzakere tête kirin. Em vê insiyatîfa nû ya bizava neteweyî li bakur maqûl dibînin û piştevanîyê dikin û bangî hêz û kesên neteweyî û welatî dikin ku di nav xwe da yêkîtîyeke kamil pêkbînin ku ev hewildane serbikeve. Herweha em bangî dewleta Tirkîyeyê jî dikin ku daxwazên Kurdistanîyan yên maqûl û demokratîk bi cih bînin û di serî da birêz Ocalan û hemû girtîyên polîtîk serbest bikin.
⦁ Kombûna me çar rêze konferansên Amed, Hewlêr, Ankara û Brukselê di plankirina prosesa ”Aştî ûdemokrasîyê” ya li Tirkîye, Kurdistan û Rojhilatanavîn da platformên giring dibîne û piştevanîyê dike.
⦁ Têkoşîna neteweyî ya li Rojhilata Kurdistanê hatîye merheleyeke nû ku divêt hêzên neteweyî û welatî li goreyî pêşhatinên li Rojhilatanavîn xwe li ser zemînê yêkîtîya neteweyî û welatî organîze bikin û ji bo bi destxistina statuya neteweyî û demokratîk xwe amade bikin.
⦁ Kombûna me bi dengekî bilind bangî Kurd û Kurdistanîyan dike ku tifaqa navxweyî di dereceya herî bilind da vehûnin û mayînde bikin. Garantîya parastina destkevt û çeperên neteweyî û welatî ev yêkîtîya navxweyî ye.
⦁ Kombûna me aşkera teyîd dike ku di çareserîya pirsa Kurdistanê da digel Kurdan kêmanîyên etnîk û dînî jî hevpar in, xwedanên Kurdistanê ne û divêt di nav Kurdistanê da sîstemê demokratîk, azad, wekhev, dadyar û sekular bête ava kirin.
⦁ Kombûna me zihniyeta mêrşahî ya di nav civata Kurd û bi giştî Kurdistanê da ji bo demokratîzasyona navxweyî astengeke mezin dibîne û bangî hemû xelkên Kurdistanê dike ku li ser zemînê azadî û wekhevîya cinsî civateke dadyar ya bi hemû bihayên mirovî ve tijî ava bikin.
⦁ Kombûna me bangî Amerîka, Rûsya, YE, UN û dewletên dî dike ku di pirsa bi giştî Kurd û Kurdistanê û bi taybetî di çareserîya pirsa Rojavaya Kurdistanê da dadyar bin û piştevanîya daxwazên rewa yên Kurd û Kurdistanîyan bikin.