Dê sibe li Êlihê konê çareseriyê bê vedan

Dê sibe li Êlihê konê çareseriyê bê vedan

Rêxistina BDP'ê ya Êlihê û Rêxistina BDP'ê ya Kazlukê dê sibê bi boneya şopandin û çavdêriya meşa gêrîlayên HPG'ê, li gundê Baqînê yê Kozlukê konê Çareseriya Demokratîk vede.

Komîsyona Şopandinê ku ji endam û rêveberên BDP'a Êlihê û BDP'a Kozlukê pêk tê, bi boneya şopandin û çavdêriya meşa gêrîlayên HPG'ê û pêvajoyê dê sibê li gundê Baqînê yê Kozluka Êlihê li Çiyayê Revetê "Konê Çareseriya Demokratîk" vedin. Dê sibê rêveberên BDP'ê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kesên din tevlî vekirina kon bibin.