Dê operasyonên 'KCK'ê' bên şermezarkirin

Dê operasyonên 'KCK'ê' bên şermezarkirin

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê dê sibê operasyonên bi navê "KCK'ê" yên 4 sal berê dest pê kirin bê şermezarkirin.

Rêxistina BDP'ê ya Geverê diyar kir ku ew dê operasyonên bi navê "KCK'ê" yên di 14'ê nîsana 2009'an de hatin destpêkirin bi meş û daxuyaniyekê şermezar bikin.

Rêxistina BDP'ê ya Geverê têkildarî mijdarê de daxuyaniyekî nivîs da û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên înkar û îmhayê xwest ku pirsgirêka kurd bi leşkerî û siyasî çareser bike. Lê gelê kurd li hemberî vê yekê berxweda.

Hikûmeta AKP'ê ji bo ku rêxistinbûna gelê kurd têkbibe dest bi operasyonên bi navê 'KCK'ê' kir. Di nav de gelek wekîl, şaredar, rojnameger û gelek kesên din hatin girtin. Operasyonên ji sala 2009'an heta niha berdewam dikin bê encama man û rêxistinbûna me hêj bêtir bi hêz bû. Ji ber vê yekê em dê bi daxuyaniyekê 4'emîn salvegera operasyonan şermezar bikin."

Sibê saet di 14.00'an de dê welatî li ber avahiya BDP'ê bên cem hev û ber bi Edliyeya Geverê ve bi meşin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê.