Dê li Bagokê konê nobetê bê vedan
Dê li Bagokê konê nobetê bê vedan
Dê li Bagokê konê nobetê bê vedan
Rêxistina BDP'ê ya Qoserê bang li hemû kesî kir ku piştgiriyê bidin "Konê Çareseriya Demokratîk" ê ku ji bo pêvajoya vekişadina gêrîlayên HPG’ê bişopîne li Çiyayê Bagokê tê vedan kir.
Rêxistina BDP'ê ya Qoserê têkildarî "Konê Çareseriya Demokratîk" ê ku dê li Çiyayê Bagokê vebidin civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên Rêxistina BDP'ê yên Mêrdînê Adule Aksoy û Reşat Kaymaz, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Qoserê Fettah Tekîn û gelek welatî tevlî civînê bûn. Hevsreokê Rêxistina BDP'ê yê Mêrdînê Reşat Kaymaz diyar kir ku, piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newrozê bang kir û pêvajoya vekişandina gêrîlayên HPG'ê destpê kir ji bo pêvajoya vekişandinê bişopînin dê di 1'ê Hezîranê de li Çiyayê Bagokê kon vedin.
Kaymaz anî ziman ku, li çiyayên Kurdistanê çêkirina qereqolan berdewam dike û qereqolên sînor bi leşkeran tên bihêzkirin. Kaymaz da zanîn ku, xwezaya herêma wan tê texrîbkirin û li her derê bendav tên çêkirin û wiha got: "Tundiya li hemberî girtiyên siyasî berdewam dike. Çend roj berê ji girtiyên nexweş yên serbest bên berdan yekê din di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da. Em jî ji bo geşedanan şermezar bikin dê di 1'ê Hezîranê de li Çiyayê Bagokê kon vedin. Em bang li hemû gelê xwe dikin tevlî çalakiyê bibin."