Dê ‘konê nobeta jinan’ veguhêzin Şemzînanê

Dê ‘konê nobeta jinan’ veguhêzin Şemzînanê

“Konê nobeta jinan” yê li Colemêrgê bi armanca şopandina vekişîna gêrîlayên HPG’ê ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ve hatî vedan dê veguhêzin Şemzînanê.

Pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin û gêrîlayên HPG’ê piştî 8’ê Gulanê dest bi vekişînê kirin, konê nobetê yê ji bo şopandina gêrîlayên HPG’ê li Taxa Sumbul ya Colemêrgê di pêşengiya DOKH’ê e hate vedan, hate diyarkirin ku dê bibin Şemzînanê.

Hate destnîşan kirin ku, kon dê li devera Bernêş ya 3 kîlometre mayî ji navçeyê re di demjimêr 10.00’an de bi tevlîbûna rêxistinên sivîl û welatiyên ji Colemêrg, Gever, Çelê û bajaroka Bajargehê bê vedan. BDP’a navçeya Şemzînanê li navçe û gundan anons kir û gel vexwende vekirina konê.