Dê di 15-16’ê Hezîranê li Amedê konferans bê li darxistin
Dê di 15-16’ê Hezîranê li Amedê konferans bê li darxistin
Dê di 15-16’ê Hezîranê li Amedê konferans bê li darxistin
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk di civîna têkildarî "Konferansa Yekitî û Çareseriyê ya Bakûrê Kurdistanê" de axivî û wiha got: "Em mêze dikin ku ji bilî HUDA-PAR Û HAK-PAR'ê hemû rêxistinên kurdan li virin. Ez hêvî dikim ku ev her du hêz jî dê biryara xwe di ber çavan de derbaz bikin. Lewma ev konferan ji bo pêşeroja kurdan gelek girînge."
"Konferansa Yekitî û Çareseriyê ya Bakûrê Kurdistanê" dê bi pêşengiya KCD, BDP, DDKD, KADEP, OSP, DOKH, Înîsiyatîfa Azadî, Yekitiya Elewiyan a Mezopotamyayê Weqfa Ermeniyan, Komeleya NÛBIHAR, Platforma Oze Donuş, Federesyona Êzidiyan. Koordînasyona Konferansa Îslamê, saziyên ciwanan, Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê, MEYADER û TUHAD FED'ê di 15 û 16 hezîranê de li Amedê wê bê lidarxistin. Têkildarî civînê li Oteleya Lîlyûsê îro civînek çapemeniyê hate lidarxistin.
Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Hevserokê BDP'ê yê Giştî Selahattîn Demîrtaş, Serokê Giştî yê Komeleya Kurd a Şoreşger û Demokrat (DDKD) Îmam Taşçier, Hevseroka Federasyona Êzidiyan Feleknas Uca û nûnerên saziyan jî tevli civînê bûn. Serokê DDKD'ê Îmam Taşçier beriya civînê diyar kir ku nêzî 150-200 delege wê tevlî konferansê bibin û da zanîn ku, 60 akademîsyen û 50 nûnerên saziyan jî dawetê konferansê kirine.
Di civînê de daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk li ser navê hemû saziyan daxuyanî xwend. Turk wiha axivî: "Li Kurdistanê gelek êş hatine kişandin. Gelên ermenî, suryanî, kurd mihelmî, ereb û baweriyên cuda yên wekî Xirîstiyanî, Êzdîtî, Elewîtî ji ber van polîtîkayan, rastî gelek pêkutiyan hatin. Li hemberî van pêkutiyan gelên Kurdistanê jî dest bi têkoşînê kirin û têkoşînek bê hempa dan meşandin."
Turk di berdewamê de balkişand ser pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û ev tişt gotin: "Ev pêvajoya hatiye destpêkirin ne tenê ji bo ku şer rawestiyê, ji bo têkoşîna destkeftiyên kurdan jî wekî bingehek girînge. Di vê çarçoveyê de yekitiya gelê Kurd û Kurdistaniyan jî gelek girînge. Ji bo diyarkirina gelên li Bakûrê Kurdistanê dijîn gelo ku statuyek û jiyanek çawa dixwazin em dê li Amedê di navbera 15-16 Hezîranê de konferansekî lidarbixin. Armanca me ewe ku di navbera kurdan de yekitiyekî ava bikin. Em bang li hemû kurdistaniyan dikin ku tevlî konferansê bibin."
Turk piştî civînê pirsên rojnamevanan bersivandin. Turk pirsa "HAK-PAR Û HUDA-PAR, dê tevlî civînê bibin an na" jî wiha bersivand: "Em mêze dikin ku ji bilî HUDA-PAR Û HAK-PAR'ê hemû rêxistinên kurdan li virin. Ez hêvî dikim ku ev her du hêz jî dê biryara xwe di ber çavan de derbaz bikin. Lewma ev konferans ji bo pêşeroja kurdan gelek girînge."