Dayikên Şemiyê li Cizîrê aqubeta Mustafa Aydin pirsîn
Dayikên Şemiyê li Cizîrê aqubeta Mustafa Aydin pirsîn
Dayikên Şemiyê li Cizîrê aqubeta Mustafa Aydin pirsîn
Di çalakiya Dayikên Şemiyê ku her hefte li ber Amadeyiya Cizîrê tê lidarxistin de aqûbeta Mustafa Aydin ê di sala 1993'an de li gundê Birkê yê Cizîrê hat binçavkirin û windakirin hat pirsîn.
Dayikên Şemiyê yên Cizîrê çalakiya xwe ya heftane ku her hefte li ber Amadeyiya Cizîrê pêk tînin îro jî berdewam kirin. Dayikan dîsa li ber dîwarê Lîseya Cizîrê wêneyên windayan rakirin û aqûbeta windayan ji rayedarên dewhetê pirsîn. Dayikan vê hefteyê dîsa wêneyên xizmên xwe yên ku di salên 1990'an de ji aliyê polîs, leşker û cerdevanan ve hatin revandin û êdî agahî ji wan nehat girtin rakirin. Dayikan vê hefteyê çîrok û aqûbeta Mustafa Aydin ê di sala 1993'an de li gundê Birkê yê navçeya Cizîrê ji aliyê leşkeran ve ji malê hat revandin û windakirin pirsî.
KAMÎL ATAK Û CERDEVANÊN WÎ BI SER GUNDÊ ME DE GIRTIN
Di çalakiyê de Hevsera Mustafa Aydin Medine Aydın, diyar kir ku di sala 1993'an de Serfermandarê JÎTEM'ê Cemal Temîzoz, Sercerdevan Kamîl Atak û bi sedan leşker û cerdevanan bi ser gundê wan Birkê de girt û wiha got: "Wê demê Serfermandarê JÎTEM'ê Cemal Temîzoz û Sercerdevan Kamil Atak jî di navde bi sedan leşker û cerdevan bi ser malên me de girtin. Li gelek malan lêgerîn kirin. Cemal û Kamil Atak li gund hevserê min bi zorê bi xwe re birin. Her kes bi mirinê tehdît kirin. Piştî kuştin li nava zeviyek vala avêtin. Dema me cenazeyê wî li nava zeviyê dît, bedena wî perçe perçe kiribûn. Êdî nedihat naskirin. Bi îşkenceyê qetil kiribûn. 3 roj û 3 şevan li ser moristana gerîkan birçê û tî hiştibûn. Piştre qetil kiribûn. Em baş zanin ku kê hevserê min kuştiye. Me xwest cenaze li Cizirê defin bikin. Lê Serbaz Cemal destûr neda me. Em dixwazin hesap ji vê yekê bê pirsîn û lêpirsîna vê yekê bê kirin."
Dayikan piştî aqûbeta Mustafa Aydin pirsîn 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn.