Dayikên Şemiyê "Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan" xwestin

Dayikên Şemiyê "Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan" xwestin

Dayiken Şemiye di çalakiya xwe ya heftena de xwestin qatilên Abdullah Paksoy ê ku di sala 1992'yan de li Amedê ji aliyê kesên sivîl ve hate qetilkirin bên dîtin. Di çalakiya Nisêbînê de jî aqubeta Faruk Aksan ê 15 salî pirsîn.

CÎZÎR 

Dayîkên Şemiyên çalakiya xwe ya heftena li ber Lîseya Cizirî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên di salên 1990'an de hatin windakirin hatin hilgirtin û û pankartên "Bila winda bên dîtin kiryar bêndarizandin, bila bi winda, cînayetên kiryar nediyar, înfazên bêdadî, valakirina gundan re rû bi rû bên" û "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" hatin hilgirtin. Xizmên windayan, rêveberên BDP'ê, ÎHD û MEYADER'ê jî tevlî çalakiyê bûn. Zarokên tu caran bapîrên xwe nasnekirin wêneyên wan hilgirtin û aqubeta wan pirsîn. Xebatkara MEYADER'ê Hediye Acar anî ziman ku divê Komîsyona Lêkolîna Heqîqatan bê avakirin û wiha got: "Ji bo taxrîbatên şer ên bi salan li ser erdnîgariya kurdan pêk hatin bên derxistin divê teqez komîsyona lêkolîna heqîqatan bê avakirin."

Di çalakiyê de çîroka Abdullah Paksoy ê ku di sala 1992'yan de li Amedê ji aliyê kesên sivîl ve li oçaxa çayê hate qetilkirin hate vegotin. Hevsera Paksoy Nefîse Paksoy, diyar kir ku hevserê wê li Amedê zanîngeh dixwend û wiha got: "Gelek carê min hate girtin. Ligel tu sûcê wî tunebû rastî gelek îşkenceyan hate û pişt re jî serbest hate berdan." Paksoy, anî ziman ku herî dawî dema hevserê wê hate girtin 3 mehan di îşkenceyê de ma û wiha axivî: "Vê çarê jî hevserê min serbest hate berdan. Piştî serbest hate berdan 5 şunda li Amedê di ocaxa çayê de ji aliyê kesên sivîl ve hate gulebarankirin." Paksoy, da zanîn ku hevserê wê ji bo bê înfazkirin serbest hate berdan û wiha pê de pû: "Di ocaxa çayê de tenê hevserê min hedef hate girtin. 4 gule li vucuda wî ketin. Heke sûçekî wî heba ji girtîgehê bernedidan." Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Şirnexê Mehmet Emîn Cengîzoglu jî diyar kir ku ew dê çalakiyên Dayîkên Şemiyê bişopînin û piştgiriyê bidinê.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

NISÊBÎN

Li Nisêbînê jî bi heman armancê li Parqa Aştiyê ya Nisêbînê çalakî pêk hat. Di çalakiyê de wêneyên hatin windakirin hatin hilgirtin û slogana "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Di çalakiyê de çîroka Faruk Aksan ê ku di sala 1993'an de li Nisêbînê av dibir dikanê û careke din tu agahî ji wî nehatin girtin hatin vegotin. Dayîka Aksan Kadriye Aksan çîroka kurê xwe vegot û wiha got: "Kurê min hêj 15 salî bû. Diçû dikanê av dikêşand. Bang kirin û birin hala fêkî. Careke din me tu agahî jê negirtin. Me serî li hemû cihan da. Lê tu kesî tu tişt ji me re negot. Ez dixwazim ku Serokwezîr qatilê kurê min peyda bike. Heta qatilê kurê min tê dîtin ez dê têkoşînê bikim."