Dayîkên Şemiyê: Hestiyên me bidin me
Dayîkên Şemiyê: Hestiyên me bidin me
Dayîkên Şemiyê: Hestiyên me bidin me
Dayîkên Şemîyê yên Cizîrê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqubeta Nedîm Akyu ê ku 18 sal berê li malê hate binçavkirin û hate windakirin pirsîn. Xwîşka Akyum Selîme Babat diyar kir ku, heta hestiyên birayê xwe peyda dike dê têkoşînê bike û dixwazin gorekî wan a ziyaret bikin hebe.
Dayîkên Şemiyê yên Cizirê çalakiya xwe ye heftene li ber Amadeyiya Cizîrê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Rêveberên MEYADER'ê jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya hefteyê de çîroka Nedîm Akyum ê ku di sala 1995'an de li navçeya Kerboran a Mêrdînê hate binçavkirin û careke din tu agahî jê nehatin girtin hate vegotin. Xwîşka Akyum Selîme Babat anî ziman ku, birayê wê Akyum 18 berê li navçeya Kerboran a Mêrdînê nîva şevê li malê hate binçavkirin û piştî bi mehan di îşkenceyê de ma hate windakirin û careke din wan tu agahî jê negirtin û wiha got:
"Her çiqas me lêkolîn kirin zext li ser me zêde bûn. Dema me pirsa birayê xwe kir hatin dayîk, bav û birayên min binçavkirin. Ji wan xwestin ku nepirsin. Pişt re dayîk, bav û birayên min serbest berdan. Lê Nedîm bi mehan di îşkenceyê de man û pişt re winda kirin. Hestiyên Nezîr Acar ê ku bi birayê min re 18 berê hate windakirin me peyda kirin. Em jî hestiyên xwe dixwazin. Qed nebe dê gorekî me ya me ziyaret bikin hebe. Em dê heta hestiyên me tên dîtin têkoşînê bikin.
Babat li ser navê Dayîkên Şemiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re silav û hurmetên xwe şandin û wiha axivî: "Erdogan dibêje dê aştiyê bike lê li aliyê din operasyona dike. Hemû zext berdewam dike. Dê wisa aştî çêbibe? Em weke dayîk êdî aştiyekî bi rûmet dixwazin. Bila xwîn neyê rêjandin. Ciwan, zarok û mirovên me jiyana xwe ji dest nadin. Em jî weke hemû gelên cîhanê dixwazin bi ziman, çand û nasnameya xwe bi azad bijîn. Em dijminên tu kesî nînin. Bila tu kes jî dijminahiya me nekin. Em her tim li hemberî înkar, polîtîkayên înkar û operasyonan rawestiyan. Em dê niha şûnda jî li hember rawestin. Hemû cîhanê gelê me dît lê Erdogan nedît."
Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê pêk hat.