Dayikên Şemiyê aqubeta Huseyîn Temurtaş pirsîn
Dayikên Şemiyê aqubeta Huseyîn Temurtaş pirsîn
Dayikên Şemiyê aqubeta Huseyîn Temurtaş pirsîn
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqubeta Huseyîn Temurtaş ê ku di sala 1992'yan de ji bo li qereqolê îmzayê bavêje çûye qereqolê û ji wê rojê ve heta niha tu agahî jê nayên girtin pirsîn.
Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya heftane li ber Lîceya Cizîrê li dar xistin. Rêveberên Rêxistina BDP'ê, MEYA-DER û xebatkarên Navenda Çand û Hûnerê ya Mem û Zînê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin.
Di çalakiyê de çîroka Huseyîn Temurtaş ê ku di sala 1992'yan de li gundê Hetma yê navçeya Basa di serdagirtina malê de hate binçavkirin û pişt re serbest hate berdan û pişt re rojek din ji bo li qereqolê îmzayê bavêje çûye qereqolê û ji wê rojê heta niha tu agahî jê nehatin girtin hate vegotin. Hevsera Temurtaş Fatma Temurtaş çîroka hevserê xwe xwend û wiha got:
"Di saetên êvarî de leşkeran dora mala me girt û bi ser malê de girtin. Di serdagirtinê de hevserê min ji bo ku îfadeyan bide binçavkirin û birin."
'HERIN MALA XWE HEKE HÛN JÎ DÊ WINDA BIBIN'
Temurtaş, anî ziman ku piştî 15 rojan şun de hevserê wê serbest hate berdan û lê ji ber îşkenceya dîtî nedikarî xwe li ser piyan bigire û wiha got: "3 rojan li malê min birînên wî dermankirin. Leşkeran destûr neda em bibin doktor. Nedikarî xwe li ser piyan bigire. Piştî dermankirina çend rojan hinek bi ser xwe ve hat û careke din leşker hatin gotin divê her roj bê qereqolê û îmzayê bavêje. Ez 3 rojan bi hevserê xwe re çûm qereqolê. Roja 4 leşkeran nexwest ez biçim. Hevserê min bi wesayîta gund tenê ji bo îmza avêtinê çû qereqolê. Şevê vengeriya. Ajokarê wesayîtê got dema ew ket qereqolê dît. Roj din ez çûm qereqolê. Ji me re gotin herin mala xwe heke hûn jî dê winda bibin." Temurtaş, da zanîn ku bi salene tu agahî ji hevserê xwe negirt û wiha axivî: "Ev çi bêwijdaniye. Em hestiyên xwe dixwazin. 5 zarokên min ên keç hene. Hemû êtîm man. Hevserê min hecî bû tu zirara wî ji tu kesî re tunebû. Bi rojan îşkence lê kirin. Heke sûcdar ba bila avêtiban girtîgehê. Çima qetilkirin?"
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.