Dayika Yildirim: Dewlet xwe bi xwîna zarokên me xwedî dike
Dayika Yildirim: Dewlet xwe bi xwîna zarokên me xwedî dike
Dayika Yildirim: Dewlet xwe bi xwîna zarokên me xwedî dike
Dayika ciwanê 18 salî Medeni Yildirim ku di çalakiya şermezarkirina qereqolan a li Gundê Hezanê yê Liceyê de bi guleya leşkerên Tirk hat kuştin, Fahriye Yildirim diyar kir ku dewleta Tirk xwe di xwîna zarokên wan xwedî dike.
Ciwanê 18 salî Medenî Yildirim di 28'ê Hezîranê de dema li gel girseya gel, avakirina qereqolan li gundê Hezanê ya Navçeya Liceyê şermezar dikir rastî gulebaran leşkeran hat û jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Yildirim duh ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin. Piştî wê li taxa Male Temira Mala Şînê hat vekirin.
Li mala şînê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Medenî Yildirim hatin vekirin. Dîsa alên Konfederalîzma Demokratik û PKK'ê hatin vekirin. Mala Sersaxiyê ku ji bo Yildirim hat vedan bi girseyî tê ziyaretkirin.
Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk, Aysel Tugluk, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, Şaredara Rezan, Hevserokên BDP'ê yên Amedê û gelek kesên din jî mala Sersaxiyê ziyaret kir.
Di ziyaretê de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk anî ziman ku şermezarkirina avakirina qereqolan mafekî demokratîk û mirovane ye û got: "Lê leşkeran li dijî mafê demokratîk gule berda ser girseyê û Medenî kuştin. Ev mirinek bi şeref e. Medenî şehîdê gelê kurd e. Dewlet siyaseta şaş dimeşîne. Ji ber ku li dijî mafê demokratîk, ciwanê 18 salî kuşt."
Dayika ciwanê 18 salî Medeni Yildirim Fahriye Yildirim jî diyar kir ku dewlet xwe xwîna zarokên wan xwedî dike û wiha got: "Dewleta Tirk dewletek wisa ye ku kurê min şehît kir. Em naxwazin li gundê me qereqol bên avakirin. Emê heta dawiyê li dû vê dozê bin û emê mafê xwe biparêzin."
Mala Sersaxiyê dê heta sibê vekirî bimîne.