Dayika Kişanak Melek Ozer jiyana xwe ji dest da
Dayika Kişanak Melek Ozer jiyana xwe ji dest da
Dayika Kişanak Melek Ozer jiyana xwe ji dest da
Dayika Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Melek Ozer jiyana xwe ji dest da. Ozer ku ev demeke ne rehet bû, berî mehekê ji ber ket xwarê sîbikê wê şikestibû û nêzî mehekê dihat dermankirin. Ozer doh ji nexweşxaneyê hat derxistin û birin malê. Lê belê berî saetekê çavên xwe li jiyanê girt û çû ser dilovaniya xwe.
Cenazeyê Melek Ozer, anîn mala cem a li Taxa Yildiz Baglarê. Şêniyên bajêr ên bi bûyerê hesiyan, hatin mala cem. Hat hînbûn ku cenazeyê Ozer wê sibê li gundê Sun ê ser bi navenda Elezîzê were veşartin.