Dayîka Elfo ya 79 salî serbest hate berdan
Dayîka Elfo ya 79 salî serbest hate berdan
Dayîka Elfo ya 79 salî serbest hate berdan
Dayîka bi navê Elfo Urper a 79 salî ya 8 salin li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê dihat girtin, ji ber pirsgirêkên tenduristî serbest hate berdan.
Dayîka bi navê Elfo Urper (79) a ku dema ji Şirnexê diçû Êlihê di 13'ê tebaxa 2005'an de di rê de hate binçavkirin û pişt re jî bi îdiaya "Endama rêxistinê ye" 6 sal û 3 meh û bi îdiaya "li ser navê rêxistinê madeyên teqemeniyê neqil kir" jî 12 sal û 6 meh cezayê girtîgehê girt. Urper a ku 7 sal û 11 mehin girtiye ji ber nexweşiyên tansiyon û romatîzmayê nedikarî hewcehiyên xwe bi cih bîne. Derbarê Urper de bi hinceta, "ji ber pirsgirêkên tenduristiyê înfaza wê hate taloqkirin" biryar hate girtin û ji Girtîgeha Tîpa M a Êlihê serbest hate berdan.
Ji bo dayîka Elfo serbest bê berdan li ser înternetê kampanyaya îmzayan hatibû destpê kirin.