Daxwaza edaletê ya Roboskiyan di hefteya 150. de ye
Daxwaza edaletê ya Roboskiyan di hefteya 150. de ye
Daxwaza edaletê ya Roboskiyan di hefteya 150. de ye
Malbatên Roboskî di hefteya 150. a komkujiya Roboskî de li ser gorên zarokên xwe daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin. Malbatên Roboskî diyar kirin ku zîhniyeta 34 sivîl qetil kir, li sînorê Kobanê Kader Ortakaya jî qetil kiriye.
Di hefteya 150. a komkujiya Roboskî de malbatan li ser gorên xizmên xwe daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin. Li ser navê malbatan Serokê Roboskî-Der Velî Encu, diyar kir ku failên komkujiyê bi piştgiriya hikûmeta AKP’ê tên parastin û got, "Komkujiya Roboskî wê di dîroka dewletê de wek şerm û lekeyeke mezin timî di hişê mirovan de bimîne.”
Encu da xuyakirin ku piştî Komkujiya Roboskî jî helwesta hikûmeta AKP’ê ya li hember gelê Kurd nehat guhertin û ev bi piştgiriya ku dide DAIŞ careke din derxistiye holê. Encu got ku zîhniyeta li Roboskî 34 sivîl qetil kirin li sînorê Kobanê Kader Ortakaya qetil kiriye. Encu wiha axivî: "Divê bê zanîn ku têkoşîna em ji bo Roboskî didin, ji bo Kader Ortakaya jî em ê bidin. Em soz didin ku girêdayî têkoşîna rêheval Kader bin.”