Darizandinên "qirkirina siyasî" dewam dikin

Darizandinên "qirkirina siyasî" dewam dikin

Rûniştina doza 111 jê girtî 205 siyasetmedarên kurd li Stenbolê, rûniştina 98 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd jî li Amedê berdewam kir. Endama komîsyona Reveberiya Herêmî û Ekolojiyê ya DTP'ê Çimen Işık, di rûniştina doza "Qirkirina Siyasî" de diyar kir ku ew qebûl nake bi delîlên şahidên nepen bê tawanbarkirin û wiha got: "Tu eleqeya îdîanameyê û hiqûqê bi hev tune. Ev operasyonek polîtîk e. Naxwazin kurd di qada politikaye de pêş bikevin. Ji ber ku hiqûq amûra dewleta bi hişmendiya zilam tev digere ye. 

Rûniştina 98 girtî 175 siyasetmedarên kurd ku wekî "Qirkirina siyasî" tê zanîn, li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran berdewam kir. Di rûniştina îro de delîlên der barê Rêveberê DTP'ê û endama Komîsyona Rêveberiyên Herêmî û Ekolojîk ya DTP'ê Çîmen Işik de hatin xwendin. Di rûniştinê de Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê Milletvekili Selma Irmak jî di navde 43 girtî û parêzer amade bûn. Dîsa siyasetmedaran bi kurdî parastin kir. Polîsan li ser xizmen girtiyan û endamên çapemeniyê lêgerîn pêk anîn. Di xwendina delîlande agahiyên ku ji bo buroya xebatê ya Komisona Ekolojîk u Rêveberiyên Herêmî hatibû komkirin hatin xwendin. Dîsa hemû çîroka der barê Işik û îdîayên têkildarî gritina wê ya berê dejî yek bi yek hat xwendin. Hat îdîakirin ku Işik li Herêma Federal a Kurdistane perwerdehiya leşkerî û siyasî dîtiye û di sala 1999'an de piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê bi boneya li Stenbolê çalakiya întîhare pêk bîne hatiye Tirkiyeyê. 

Işik, bertek nîşanî îdîanameyê da û anî ziman ku di îdîanameyê de îdîayên der barê dozên wê yên berê de jî hene û wiha got "Tu eleqeya îdîanameyê û hiqûqê bi hev tune. Em niha di pêvajoya demokrasiyê de dimeşin. Ev doz tev polîtîk û siyasî ne. Naxwazin kurd di qada polîtîkayê de pêş bikevin. Dewleta Hiquqê berhemê feraseta serdestiya zilam e. Dîrok bi çavê ku jinên kurd guhertin û veguhertina dîrokê pêk bînin li wan dinere. Bi çavê ku qedera neteweya kurd biguherîne li jinên kurd dinere. Işik wiha got: "Ez wekî jinek kurd têm darizandin. Ji ber ku em operasyonên dervê sînor şermezar dikin, ji ber me 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kir û em tev li xebatên Komîsyona Ekolojî û Rêveberiyên herêmê yên DTP'ê bûn hemû axaftinên telfonên me yên der barê xebatê de wekî delîlên sûc tên dîtin. Ez hemû delîlên der barê xwe de red kidim û qebûl nakim. Xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan u pirtûkên Leyla Wali Huseyin jî wekî delîla sûc tê ditin. Polîsan di serdegirtina malê de li dijî hiqûqê lêgerîna malê pêk anîn. Ez hemû dayenên ku hatine desteserkirin wekî delil qebûl nakim. Ew delîl bi mehan di destê polîetan de ma û tu kopiyên wan nedan me. Dibe ku ku polîsan her tişt li ser delîlan bar kiribe. 

Prz. Mehmet Emin Aktar jî xwest hemû delîlên li dijî usûl û hiqûqê ku li dosyayê barkirine rake.
Heyetê piştre pirsa "Koordinasyona KJB'ê çiye? pirsî. Işik, jî anî ziman ku ger wateya DOKH'ê bêje dê dê KJB jî bê famkirin û wiha got: "Dîroka Şaristaniyê dîroka windahiya jinê û bilindbûna zilam e. Em wekî DOKH'ê koletiya jinê qebûl nakin. Ji bo jin wekhev û azad be em li dijî feraseta zilam a serdest têdikoşin. Em ne tenê ji bo jina kurd, ji bo jina tirk, kurd, ereb, ecem û hemû jinên bindest tekoşînê didin. Piştre niqaş bi pirs û berivan a di navbera heyetê û Işik de berdewam kir. Piştî parastina Işik heyetê navbera nivro da rûniştinê 

Di sala 2011'an de li Stenbolê li hemberî avahiyên BDP'ê yên navçeyan û bajar, akademiya siyasetê û komeleyan operasyon hatibû lidarxistin. Di encama operasyonê de gelek kesên di nav de akademîsyen, nivîskar, parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedar hatibûn binçavkirin û jê gelek hatibûn girtin. 5'emîn rûniştina doza sereke ya "KCK'ê" ya Stenbolê ya jê 111 kes girtî ya 205 siyasetmedarên kurd di 27'ê gulanê li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dest pê kir û hêj didome. Doza sereke ya "KCK'ê" ya "Qirkirina Siyasî" a Stenbolê ku jê 111 girtî ya 205 siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û parêzvanên mafên mirovan li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê li Sîlîvriyê didome. Rûnşitin bi tesbîta nasnameyan dest pê kir. Piştî tesbîta nasnameyan dê rûnşitin bi parastinên kurdî berdewam bikin.
Rûniştin dê heta 7'ê hezîranê berdewam bike. Di parastina îro de li ser navê Rêxistina BDP'ê ya Bagcilarê hevserokên BDP'ê yê Bagcilarê Eşref Yaşar, parastina hevpar kir. Yaşar diyar kir ku dozger dixwaze hewldana avakirina welatê cuda defîşre bike, lê ev îdîa keyfî û li dijî armanca xwe ye. Yaşar, anî ziman ku hemû îdîayên der barê wan de rastiyê nîşan nadin û wiha got: "Ji ber siyaseta kurd mezin dibe û bi hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê de dibe yek, li dijî hiqûqê li hemberî gelê kurd û siyasetmedarên kurd operasyon tên lidarxistin. Hemû saziyên ku BDP bi wan re di nava têkiliyêde ye dixwazin wan wekî perçeyekî suc bidin nîşandan. Dixawazin Rêveberên BDP'ê wekî kesên talûke, çûn û hatina BDP'ê wekî tevgerek talûke bidin xuyakirin û nîşandan. Dixwazin her kesî ji BDP'ê bicemidînin û Siyaseta Demokratîk û Azadiyê bê qîbet bidin xuyakirin. Di şexsê me de BDP tê darizandin. Dixwazin rêxistinbûna kurdan, lêgerîna mafan a gurdan tevan qedexe bikin. " 

Rûniştinê piştî nîvro dîsa bi parasitan Yaşar berdewam dike.