Darizandina kurê Kaddafî destpê kir
Ji kurên lîderê berê yê Lîbyayê yê di sala 2011'an de hat qetilkirin Saadî Kaddafî tê darizandin. Kaddafî ji ber sûcên kuştina futbolvanekî û pêşîgirtina li azadiya takekes tê darizandin.

Saadî Kaddafî par ji aliyê Nîjerê ve radestî Lîbyayê hatibû kirin. Di rûniştina destpêkê ya li başûrê Trablûsê de biryar hat dayîn û dadgeh ji bo meha Tîrmehê were taloqkirin. Berdevkê Wezareta Edaletê Sadik el Sûr der barê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku dadgeh wê di 19'ê Tîrmehê de dewam bike.
El Sûr ragihand ku daxwaza taloqkirina dadgehê ji parêzerên Kaddafî hatiye û ji bo lêkolînkirina dosyayê û parastina parêznameyê dem ji wan hatiye xwestin.
Birayê Saadî Seyfulîslam Kaddafî jî li nêzî Zentane, di destê hêzên milîs de tê ragirtin. Milîs red dikin ku Seyfulîslam Kaddafî radestî hikûmeta navendî bikin.