Daristana Bajarê Amedê ‘Qada Rezerva Avahiyan’ hate îlan kirin
Daristana Bajarê Amedê ‘Qada Rezerva Avahiyan’ hate îlan kirin
Daristana Bajarê Amedê ‘Qada Rezerva Avahiyan’ hate îlan kirin
Wezareta Bajarvanî û Derdorê li Amedê li gel Baxçeyê Hevsel û qada daristanî yê di sinorê navçeya Kayapinarê de û ji aliyê şaredariyê ve weke “Bajarê Daristanê” hatî îlan kirin û dest bi çandina daran kirî, Qada Rezerveya Avahiyan îlan kir.
Piştî Baxçeyên Hevselê, Daristana Bajar ya Amedê ji aliyê Wezarat Bajarvanî û Derdorê qada Rezerva Avahiyan hate îlan kirin.
Hikumeta ku li gelek bajaran, bajarên daristanan çêdike, li Amedê jî qada şînahî ya heyî dike qada avahiyan.
Daristana Bajar ku di sinorê Şaredariya Kayapinarê de ye beriya ku weke “Qada Rezerveya Avahiyan” bê îlan kirin, Midûriyeta Perwerdeya Netewî dixwest bike ‘cihê dibistanê’, Midûriyeta Emniyetê ‘Polîgona Guleberanê’, Midûriyeta Bajar ya Bazirganî û Gumrukê jî dixwest bikin ‘Parka TIR’an’ û ji bo vê serî li Walîtiyê dabûn.