Danezana encamê ya KONGRA GEL eşkere bû
Danezana encamê ya KONGRA GEL eşkere bû
Danezana encamê ya KONGRA GEL eşkere bû
Danezana encamê ya 9. Civata Giştî ya Kongra-Gel eşkere bû. Di danezanê de hat destnîşankirin ku divê hukûmeta AKP'ê di qonaxa duyemîn de gavên berçav biavêje û bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku, PKK'ê ji nava lîsteya "rêxistinên terorê" derxe. Ji hêzên Kurdistanî jî hat xwestin siyaseteke yekîtî û tifaqê bimeşînin.
Di danezana encamê ya bi mohra Dîwana Serokatiya Kongra-Gel û Konseya Rêveber a KCK'ê de hat ragihandin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîn divê û der heqê pêvajoya çareseriya demokratîk a Ocalan daye destpêkirin de, nirxandinên girîng hatin kirin.
Di danezana encamê de hat destnîşankirin ku qonaxa yekemîn a pêvajoya çareseriya demokratîk di 1'ê Hezîranê de temam bûye û bang li hukûmeta AKP'ê hat kirin ku di qonaxa duyemîn de gavên berçav biavêje. Di danezanê de hat gotin, "Di qonaxa duyemîn de, divê mafên xwezayî û demokratîk ên gelê Kurd di destûra bingehîn de cih bigirin. Pêwîst e Destûra Bingehîn Tirkiyeke Demokratîk û Kurdistaneke Azad bi awayekî zelal bîne ziman."
Dîwana Serokatiyê ya Kongra-Gel û Konseya Rêveber a KCK'ê bang li hêzên navneteweyî jî kirin ku PKK'ê ji lîsteya "rêxistinên terorîst" derxe û ji hêzên Kurdistanî jî xwestin ku siyaseteke yekîtî û tifaqê bimeşînin û di dema herî nêz de Konferansa Neteweyî ya Kurd pêk bînin.
Danezana encamê ya 9. Civata Giştî ya Kongra-gel wiha ye:
"9. Civata Giştî ya Kongra-Gel, bi dirûşma 'Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk' a pêngava Rêber Apo ye, di navbera 30'ê Hezîranê û 5'ê Tîrmehê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate lidarxistin. Kongreya me yadî hevalên Şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî yên li Parîsê bi hovîtî hatine kuştin, hatiye kirin. Di serî de her çar parçeyên Kurdistanê, bi beşdariya nûnerên hemû sazî û rêxistinên li derveyî welat pêk hatiye. Civata me ya Giştî di roja salvegera şehadeta hevala Zîlan destpê kir û li se bingeha dilsoziya bi xeta şehîdên me Rustem Cûdî, Elîşêr, Rojîn Gewda, Nêrgiz, Mehmet Goyî û hemû şehîdên azadiyê, pêk hatiye.
9. Civata me ya Giştî li ser bingeha stratejiya dema nû û formula çareseriyê ya Rêber Apo di Newroza 2013'an de li Amedê aşkera kirbû, ji bo avakirina civakeke polîtîk û bi exlaq gelek biryar û proje stendiye. Di destpêkirina vê pêvajoyê de sekna bêhempa ya Rêberê me li Îmraliyê nîşan da, berxwedana gerîla û gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê di salên 2011-2012'an de bi dayîna bi sedan şehîdan nîşan da û şoreşa li Rojavayê Kurdistanê, rola sereke dilîzin.
"PÊNGAVA OCALAN PÊNGAVA DEMOKRATÎKBÛYÎNA ROJHILATA NAVÎN E"
9. Civata Giştî ya Kongra-Gel, nakokî, şer û pêşketinên li herêmê û cîhanê nirxandiye û destnîşan kiriye ku çareseriya pirsgirêkên gelên bindest, zayend û çînan, li ser bingeha modernîteya demokratîk bi pergaleke alternatîf dibe. Şoreşa Rojava jî nîşan da ku modernîteya kapîtalîst û statukoparêz ne çareserî ye. Çareserî xeta sêyemîn a li ser bingeha vîna azad a zayend, çand, bîr û baweriya gelan e. Nîşan daye ku ev modela çareseriyê ne tenê ji bo çar parçeyên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û gelên bindest derbas dibe. Ji bo vê yekê, Kongreya me pêngava stratejîk a Rêber Apo di Newroza Amedê de da destpêkirin, kiriye biryar û weke pêngavek ji bo demokratîkbûyîna tevahiya Rojhilata Navîn nirxandiye.
LI GEL HEMÛ ASTENGIYÊN HUKÛMETA AKP'Ê JÎ, PÊVAJO WÊ BI BIRYARDARÎ WERE MEŞANDIN
Civata me ya Giştî daye xuyakirin ku bi agirbest û vekişîna gerîla re, qonaxa yekemîn a pêvajoya çareseriya demokratîk, bi bicihanîna hemû berpirsyariyên tevgera azadiyê û Rêber Apo, di 1'ê Hezîranê de temam bûye. Di qonaxa duyemîn de jî, divê dewleta Tirk û hukûmeta AKP'ê di serî de destûra bingehîn a demokratîk, gavên berçav biaveje. Di rewşa heyî de xuya dike ku hukûmeta AKP'ê ji bo qonaxa duyemîn tu gav neavêtiye. Lê belê bi têkoşîna demokrasî, wekhevî û azadiyê ya gelên Kurd, Tirk Elewî, Êzidî û hemû bîr, bawerî û çandên cuda, wê bi zorê bi AKP'ê re gavan bide avêtin, lewma tevî hemû astengiyên AKP'ê jî biryardariya ji bo meşandina pêvajoyê hatiye destnîşankirin.
"DI QONAXA DUYEMÎN DE DIVÊ MAFÊN GELÊ KURD DI DESTÛRA BINGEHÎN DE BÊN NASKIRIN"
Hatiye destnîşankirin ku aştî û çareseriya demokratîk bi gavên herdu aliyan dibe û hatiye ragihandin ku divê dewlet û hukûmeta Tirk di qonaxa duyemîn de wezîfeyên dikevin ser milê xwe bi heman hesasiyet û berpirsyariyê bicih bînin. Di Civata Giştî de hatiye ziman ku divê mafên demokratîk û xwezayî yên gelê Kurd di destûra bingehîn de bên bicihkirin û Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad bi gotineke zelal li destûra bingehîn bê bicihkirin.
9. Civata me ya Giştî, di sîstema KCK'ê de li ser pêşxistina têgihiştina demokratîk û rêveberiyên cewherî nîqaşên girîng hatine kirin, bi vî rengî kêmasiyên di warê têgihiştin û pratîkkirina sîstemê de hatine kifşkirin û biryarên pêwîst hatine wergirtin.
Civata me ya Giştî, ji bo avakirina siyaseta demokratîk bilindkirina serhildanên gel û avakirina civaka azad jî weke çarçoveya bingehîn a dema pêş nirxandiye.
Li ser bingeha pêşketinên li cîhan, herêm û Kurdistanê gotûbêj û tesbîtên girîng hatine kirin. Di çarçoveya formula çareseriyê û statejiya dema nû ya Rêber Apo di Newroza 2013'an a Amedê eşkere kir de, ji bo avakirina civakeke polîtîk û bi ehlaq biryar û proje hatine afirandin.
Li ser bingeha paradîgmaya nû ya Rêber Apo de, ji bo avakirina neteweya demokratîk nîqaş hatine kirin. Hatiye destnîşankirin ku neteweya demokratîk, alternatîfa dewleta netewe e û bi vê yekê re hemû hindikahî, komên bawerî û çandên cuda wê karibin xwe bi awayekî azad îfade bikin û ev yek garantiya wan e. Li ser bingeha demokratîkbûyîna herêmê biryar hatiye stendin ku di navbera gelên Tirk, Ereb, Fars, Asûrî, Ermenî hemû gelên li Kurdistanê dijîn têkilî û tifaq werin kirin.
9. Civata me ya Giştî xeta Azadiya Jinê weke cewhera neteweya demokratîk, giyan û hêza pêşeng destnîşan kiriye. Li ser bingeha rastiya "Azadiya Jine Azadiya Civakê ye" hatiye ragihandin ku demokratîkbûyîna civakê, bidestxistina nasnameya cewherî bi azadiya jinê ve girêdayî ye. Hatiye diyarkirin ku, ciwan jî hem hêza pêşeng hem jî hêza dînamîk a avakirina civaka azad e û bi wezîfeyên pûçkirina qirkirina civakî ya aborî, siyasî û çandî re rû bi rû ne.
DI HEMÛ ZARAVAYÊN KURDÎ DE PÊNGAVA PERWERDEYÊ
Kongreya me li ser "Pêvajoya Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk" nîqaşên dorfireh kiriye. Bêyî ku aboriya demokratîk a komunal neyê avakirin, jiyana azad û rizgariya demokratîk ava nabe. Di çarçoveya vê rastiyê de ji bo kêmasiyên heyî bên çareserkirin, bi lezgînî pêwistî bi avakirina aboriya komunal heye.
Li ser bingeha çareserkirina kêmasiyên civakê yên di warê pêşxistina mejiyê demokratîk de, 9. Civata me ya Giştî destnîşan kiriye ku divê bi lezgînî li her deverê akademiyên perwerdeyê bên avakirin.
Her weha Civata me ya Giştî diyar kiriye ku li dijî siyaseta qirkirina çandî, pêwîste li her qadên jiyanê Kurdî bê bikaranîn û pêngava perwerdeyê ya bi hemû zaravayên Kurdî were destpêkirin.
‘PLANA ŞARK ISLAHAT, DOKÛMANA QIRKIRINÊ YE’
Li dijî qirkirina siyasî, çandî û fîzîkî ya ji 15'ê Sibata sala 1925'an ji serhildana Şêx Seîd û vir ve li hemberî gelê Kurd tê kirin, Civata me ya Giştî dokûmana bi navê "Plana Şark Islahat" weke dokûmana sûç a qirkirinê qebûl dike û biryar daye li dijî vê li qada netewî û navnetewî xebatê bimeşîne û divê rastiya qirkirinê were ronîkirin.
Biryar hatiye dayîn, li ser bingeha li welatê me netewa demokratîk, xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk were avakirin, gelê me yê sirgunî metropolên Tirkiyê û derveyî welat hatine kirin, vegerin axa xwe ya qedîm.
Di 9. Civata Giştî de hat ragihandin ku ji bo gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn firsendeke dîrokî tê jiyîn û bal kişand ser mezinbûna xeterî û êrîşên li Roajva û her çar aliyên Kurdistnê. Civata Giştî da xuyakirin ku ewlekariya gelê Kurd sedema hebûna HPG'ê ye û hat destnîşankirin ku heta li hemû parçeyên Kurdistanê ewlekariya netewî pêk were û azadî mayînde bibe, weke hêzên parastina rewa HPG wê xwe xurtir bike.
Di Civata Giştî de hat gotin, "HPG wê xwe mezin bike û bi sekna xwe ya xurt, pêvajoyê bişopîne û ji bo serketina pêvajoyê xwe ji her rewşê re amade bike."
SERERASTKRINA MERCÊN TENDURISTÎ, EWLEKARÎ Û AZADIYÊ YÊN OCALAN, MIJARA BINGEHÎN E
9. Civata Giştî, pêkanîna azadî, ewlekarî û sererastkirina tenduristiya Rêber Apo weke bingeha hebûn, pêşeroj û azadiya xwe dibîne û li ser vê bingehê biryar daye ku têkoşînê bilind bike. Biryat hatiye stendin ku kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêber Apo bi hêz were dewamkirin û çalakgerên li Strasbourgê ji bo azadiya Rêber Apo zêdeyî saleke nobedê digirin, hatine silavkirin.
BANGA "LÎSTEYA TERORÊ" LI HÊZÊN NAVNETEWÎ HAT KIRIN
Civata me ya Giştî, di encamê de bang li hemû hêzên navnetewî dike ku hêza pêşeng a Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê PKK'ê ji "lîsteya rêxistinên terorîst" derxîne. Bangeke din li hemû hêzên Kurdistanî hatiye kirin, ku ji bo di têkoşîna demokratîk a netewî de hêza xwe bikin yek, siyaseta yekitî û tifaqê bimeşînin. Her weha ji bo demokratîkbûyîna herêmê û demokratîkbûyîna siyasetê, bang li dewletên herêmê hatiye kirin.
"DIVÊ KONFERANSA NETEWEYÎ YA KURD DI DEMA HERÎ NÊZ DE PÊK WERE"
Ji bo pêkhatina siyaseta neteweyî ya demokratîk, Civata me ya Giştî, weke armancek di dema herî nêz de Konferasna Netewî ya Kurd daniye pêşiya xwe.
Li gel van biryaran, Civata me ya Giştî bi yek dengî Rêber Apo careke din weke Serokê Giştî yê KCK'ê û saziya Serokatiya Giştî ya KCK'ê hilbijartiye. Li gel vê, li se bingeha zihniyeta demokratîk, ji bo Kongra Gel û KCK'ê sîstema Hevserokatiyê hatiye hilbijartin.
Li ser biingeha azadiya gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê, bi soz û dilsoziya bi RêberApo, hemû şehîd û nirxên têkoşîna azadiyê re, 9. Civata me ya Giştî ya Kongra Gel bi coş û moraleke mezin bi dawî bûye.
Em bang li hemû gel û dostên xwe, hemû kadro û xebatkaran dikin ku biryarên 9. Civata Giştî bicih bînin û ji bo vê têkoşînê bilind bikin."