Danezan: Heta Kurdistan nebe xwedî statu, pirsgirêka Kurd çareser nabe

Danezan: Heta Kurdistan nebe xwedî statu, pirsgirêka Kurd çareser nabe

Encamnameya Konferansa Çareseri û Yekîtiya Bakurê Kurdistanê aşkere bû. Koordinatorê Însiyatîfa Azadî  Adem Ozcaner encamname xwend û diyar kir ku, ew wek nûnerên komên cuda yên siyasî, etnîk û baweriyê ku di 15 û 16'ê Hezîrana 2013'an de li Amedê konferansa xwe pêk anî, bi awayekî serkeftî gihîştin biryarên xwedî girîngiyeke dîrokî û encaman û wiha got: "Li dawiya nîqaşên gur û nirxandinên du rojan ên hemû rengên Kurdistanî, encamên ku me bi dest xistine, ji hemû gelên Kurdistan û dinyayê re radigihînin û bi wan re parve dikin. Konferansa me, ji bo ku pêvajoya muzakereyan bi awayekî ewledar û bi selamet bê domandin, azadiya Birêz Abdullah Ocalan ku aktorê sereke yê wê pêvajoyê ye dixwaze." 

Konferansa Çareserî û Yekîtiya Bakurê Kurdistanê ku li ser Pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat bi dawî bû. Konferansa ku bi niqaşên cuda dest pê kir û ji bo nasname, netew, yekîtî û mafê gelê kurd ên bingehîn pêk hat piştî niqaşên du rojan bi dawî bû. Di koferansê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yekîtiya netewa kurd hat xwestin. Konferansa ku li Otela Liluzê bi beşdariya 226 delegeyan pêk hat, piştî niqaşên fireh bi dawî bû. Piştî konferans bi dawî bû encamên konferansê li Otela Liluzê bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re hat,n aşkarekirin. 
Li ser navê beşdarên konferansê Koordinatorê Înîsiyatifa Azadî Adem Ozcaner encamname xwend. Ozcaner, anî ziman ku Komara Tirkiyeyê, bi îdeolojiya fermî ya damezirîner, nimûneya herî ne baş a feraseta dewleta neteweyî ya tekperest daye sepandin û wiha got: "Wê xwestiye ne tenê li Bakurê Kurdistanê gelê kurd û hemû civatên Kurdistanî bi pêkutî û kedxwariyê , bi tunekirin û koçkirinê di nav tirkîtiyeke de bi zorê wan bihelîne, her wiha li Anatoliyayê jî bi ser hemû cudahiyan de firset ne daye ku bijîn. Ji vî aliyî ve gel û çandên mîna asûrî-suryanî, ermenî, laz, gurcî, elewî, xirîstiyan, mûsewî, ereb,, çerkez, roman, tirkman, mihelmî û êzîdî û komên îslamî û cemaet û bi taybetî jin bûne mexdûrên çewsandin û mekanîzmayên çavtirsandinê yên hovane." 

'Konferansê vîna mezin a Kurdistanê derxistiye holê'

Ozcaner, da zanîn ku li Kurdistanê sedsala dawî, bi serhildaneke hejmetkar û têkoşîneke azadiyê derbas bûye û wiha berdewam kir: "Her carê, li hember polîtîkayên tunekirinê lê dîsa bi saya raboriya xwe ya rûmetdar em dikarin vê dîdarî û hevdîtinê pêk bînin. Konferansa me, hemû şehîdên xwe û mirovên ku jiyana xwe ji dest dane yên ku di nav van hemû serhildanan de, bi minet û rêzdariyê û bi rahmet bi bîr tîne. Serhildana di bin pêşengiya PKK'ê de ku ew xelekek van berxwedanan e, 30 sale didome. Digel hemû îmha, înkar, tehde û sepandinên Komara Tirkiyeyê ê wî demî jî, berhilistî û berxwedana gelê kurd nehatiye şikandin. Di nav hesreteke wiha ya aştî û azadiyê de, konferansa me ya ku bi beşdariya hemû nasnameyên Kurdistanî ve civiya, ji bo dahatûya azad a Kurdistan û hemû herêmê, îradeyeke mezin derxistiye holê û îmzaya xwe avêtiye binê biryarên dîrokî. 

Ozcaner biryarên ku Konferansa stendin xwend û wiha bilev kir: 

"1-Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane derfeket dîrokî afirandiye. Tevgera Kurd ji bo wê gavên micid û samîmî avêtiye.Konferansa me dixwaze ku hikumet ji bi hema micidî û smîmiyetê gav bavê je. Delegasyona me, di vê merheleya hanê de, ji bikaranîna zimanê hikûmetê û retorîkê wê heta bi amadehiyên leşkerî, çêkirina qereqolên nû û ji ber sepandin û pêkanînên der barê cerdevaniyê de, endîşedar e. Em bang dikin ku ew dawî li van kirinan bîne, ji ber ku ev yek dibin sedemên têkçûna pêewlebûnê û muhakemekirina samimiyetê. Konferansa me, ji bo ku pêvajoya muzakereyan bi awayekî ewledar û bi selamet bê domandin, azadiya Birêz Abdullah Ocalan ku aktorê sereke yê wê pêvajoyê ye dixwaze. 

2 - Gelê Kurdistanê bi tercîha xwe statuyên xwe, ango xweserî-federasyon-serxwebûn wek mafekî xwe dibîne û dide diyarkirin, her wiha gelê kurdistanê der barê dahatûya xwe de xwedî gotinê ye û mafê diyarkirina çarenûsê jî ji biryar û pesendkirina gel re hatiye hiştin ku ew prensîb jî di konferansa me de bi hevparî biryar li ser hatiye dayîn. Her wiha Konferansa me gihîştiye wê biryarê ku heta Kurdistan nebe xwedî statuyekê, meseleya kurdan jî çareser nabe.

3 - Delegasyona me dixwaze ku Makezagoneke demokratîk û hemdem bê çêkirin. Xwestekên gelên Kurdistanê ên mîna azadiya bi nasnameya xwe birêxistinbûn, perwerdehiya bi zimanê dayikê û fermîtiya zimanê Kurdî divê di bin ewlehiya Makezagonê de bin. 

4 - Pirsgirêkên giran ên mîna xizanî, koçberî, bêkarî, rûxandinên ekolojîk bi dilşewatî li Kurdistanê têne jiyîn. Bi girîngî diyar dike ku; divê makenîzmayeke ku tê de siyaset, rêxistinên civaka sivîl, rêveberiyên herêmî û komên cuda hebin bê sazkirin û li ser bingehê rêgeza cudakariya pozîtîf ya çavkaniyên gelemperî pêwîste bigihîne Kurdistanê.
Konferansa me bi ciwanên Kurdistanê bawere ku di awakirina pêşeroja Kurdistanê de û îradeya wan giring dibîne.

5 - Konferansa me dixwaze ku zagon bêne guhertin ku di serî de girtiyên nexweş û zarok û hemû girtiyên siyasi serbest bêne berdan. Dewlet divê berpirsyarên xwe di hêla ronîkirina faîlî mechul û derxistina gorên komî de bîne cih. 

6- Konferansa me diyar dike ku di sedsala 21'emîn de yek pirsgirêka bingehîn jî nakokiya zayendî ye, rewşa jinan ku ew parçeyên sazûmankar û herî dînamîk ên civakîbûnê ne, ji rewşa civakê ne cuda ye û dipejirîne ku her cure arasteyên li ser jinan di heman demê de arasteyên li ser civakê ne. Li ser vê bingehê konferansa me îlan dike ku li hemberî her cure êrîşên li ser jinan ên maddî û manewî ne. Rista ku jinên kurd di têkoşîna Kurdistanê de anîne cî, ji bonî hemû cîhanê mînak e. Û konferansa me gihaştiye wê biryarê ku di bingeha wekheviya zayendî ya civakîn de jin bi awaya xwe ya resen û xweser, bi mêr re bi rewşa wekhevî dikare di her warê civakîn de tevlêkar be.

7 - Gelên mîna ermenî, asurî-suryanî,, ereb, mihellemî û tirkmen û komên baweriyên mîna misliman, xiristiyan, mûsewî, ezdî û elewî ku li ser erdnîgariya Kurdistanê dijîn him ji ber polîtîkayên dewletê û him jî ji ber hişmendiya şaş û ya ku van polîtîkayan rê daye, zor û zehmetiyên girîng dijîn. Pêşîn, em di wê baweriyê de ne ku divê em bi tevayê vê dahatûyê re rû bi rû bibin û jiyaneke nû û wekhev ava bikin. Bi vê sedemê ji bonî şert û mercên ku nasname bi azadî û li gorî baweriyên xwe bikaribin bijîn pêk bên, Konferansa me ew ê di nav hewildanên çalakdêr de be. Konferansa Yekîtî û Çareseriyê ya Bakurê Kurdistanê bangî hemû beşên ku ji ber polîtîkayên tekanekirinê yên di tevayê sedsala 20'emîn de ji axa xwe bi dûr ketine dike ku, paşde vegerin. 

8 - Konferansa me nişan dike ku li gel şoreşa gel a Rojava ku gel bi siyaseta xwe ya xweser û bi hêza xwe pêkanî ye. Rojavayê Kurdistanê ku di kesayeta Desteya Bilind a Kurdan de bi awayeke girîng yekîtî û tifaqa xwe pêkanî giring dibin e. Di serî de em diyar dikin ku bidestxistinên wan divê ji aliyê tevayên kurdan ve bêne parastin. Konferansa me lehnetê li çeteyên ku ji aliyê rejima dîktator têne xwedîkirin û di hundirê mixalefeta Sûrî de cî digirin tîne, ku êrîşên hovane dibin ser gelê me yê Rojava. Konferansa me dixwaze deriyên sînor yên Rojava vekirî bimine û bang dike tevahiya Kurdistaniyan alikariya Rojava bike. Her dîsa divê camiaya navnetewî di mekanîzmayên bi mijara Suriye yê têkildar Kurdistana Rojava bi fermî tevlî bike. 

9 - Konferansa me tîne ziman ku, kombûna Konferansa Neteweyî ya ku tevayê parçeyan di nav xwe de dihewîne xwedî girîngiyeke jiyanî ye, ji bonî ku yekîtiya neteweyî di asta herî jor de pêk bê, em weke Konferansa Bakurê Kurdistanê çi berpirsiyariya ku bê ser me, em ê bi cî bînin. Dîsa em bang dikin ku Serokkomar Birêz Celal Talabanî, Serokê Herêma Kurdistana Federal Birêz Mesut Barzanî, Serokatiya Konseya KCKê û tevayên hêzên Kurdistanî hewlbidin ku Konferansa Neteweyî rojek beriya rojekê kom bibe.

10 - Delegasyona Konferansê, rêzdarî û minetdariyê ji keda her kes, kom û rêxistinên ku tevkarî dane doza Kurdistanê re şanî dide. 
11 - Konferansa me YN, RKÎ, YE, û gelên dinyayê davet dike ji bo ku têkoşîna ku gelê Kurdistanê ji bonî edalet, azadî û wekheviyê dide, bi berpisyariyeke tev bigere. 
Her disa Konferansa me ji rexistinên navnetewî û devletan dixwaze PKK ji listeyên terorê derkeve.

12 - Konferansa me, li ser tevayê biryarên ku girtine, tespîtên ku danîne holê û bangên ku kirine îradeya ji niha û pê ve pêvajoyê ji nêzîk ve bişopîne, midaxîl bibe û rasterast tevlî pêvajoyên biryargirtinê bibe daniye holê. Girêdayî vêna, biryar daye ku makenîzmayeke ku rengdariya tevayên delegasyonên konferansê binimîne bi navê "Komiteya Yekitî û Careserî", ava bike. Ev makenîzma, ew ê ji tevlêbûnên nû re vekirî be û xwedî îradeya ku tevayên biryarên ku konferansê girtine bişopîne, pratîze bike û di qadên hewcedarî de komîsyonan ava bike û di serdemên pêşde ji nûvde Konferans ê bicivîne ye. Ew Komîte pêvajoya muzakereyên demokratîk de bi misyona saziya bi bandor dê xebatên xwe bimeşîne.
13 - Konferansa me bangî gelê Tirkiyeyê dike hûn jî îradeya me ya ku di vê Konferansê derket holê nas bikin, esas bigirin û pêkûtiyê deynin ser dewleta Komara Tirkiyeyê ku mafên gelê kurd nas bike. Konferansa me piştgirî dide tekoşina meşru û demokratik ê gelên Tirkiye yê.

Konferansa me û yekitiya me, ji tevehiya gelê Kurdistanê bi xêr be. Silav û hurmet."