Damezrîna Yekitiya Jinên Ciwan li Amedê hat silavkirin

Damezrîna Yekitiya Jinên Ciwan li Amedê hat silavkirin

Damezrandina Yekîtiya Jinên Ciwan ên Demokratîk û Şoreşger, li Amedê bi çalakiyekê hat silavkirin.

Komek ji ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Demokratîk û Welatparêz, doh bi şev kolana tûrîstîk a navçeya Amed Sûrê li trafîkê girtin û bi armanca silavkirina damezrîna Yekitiya jinên Ciwan ên Demokratîk û Şoreşger çalakiyek lidar xistin. 

Ciwanan ala "Yekitiya Jinên Ciwan ên Demokratîk û Welatparêz" vekirin û bi dirûşmên "Bê Serok Jiyan Nabe", "Bijî Serok Apo" meşiyan. Şêniyên taxê jî bi çepikan piştgirî dan ciwanan. Polêsên ku bi maşîna zirxî ya bi tîpa "dûpişk" dest li çalakiyê werdan, bi bersiva bi molotof, fîşekên hewayî û bombeyên deng, rast hatin. Li gel destwerdana polêsan jî ciwanan çalakiya xwe dewam kirin û piştî polês ji cihê çalakiyê dûr ket, ciwanan dawî li çalakiya xwe anîn.